Wey weleeeed Rojînê!

Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin Rojîna Omerî gilî û gazin ji PKK kiriye û gotiye ku ew nahêle li welatê bav û kalan, li Nisêbîna rengîn konseran bide. Dibêjin çima ku Rojîna me derketiye TRT6ê, mirîd û sofîyên PKK nahêlin ew li Nisêbînê konseran bide û bi Kurdî lotikan bavêje.

Îcar Rojîna me jî rabûye li çong û sînga xwe xistiye û ji çapemenîyê re gotiye:“Peppûk, peppûk, peppûk, ma min qebhet kiriye bav0? Min di TRT6ê de Kurdî û zimanê Kurdî paraztiye, min qûn li asîmîlasyonê qetandiye, ma ev sofîk û mirîdên terîqetê çi ji min dixwazin rebenê, waweylê!“ û dawa Nisêbînîyan li serê wan pêçaye.

Pi?tre jî Rojîna Omerî gotiye:“Divê stran nebin zimanê siyasetekê, siyaset dixwaze hunermend tev jê re biin mirîd. Li gora min divê hunermend azad be, nede dû qûna tu siyasetê û di nav destê wê de nebe wek lîztika zarokan. Min di TRT6ê de bi Kurdî stra, xuyaye bedêla stranên Kurdî heqaret e. Ez nebûme terîya tukesî, lê xuyaye di vî wextî de divê meriv bibe dûvikê hinekan“ û tilîyek avêt bin dûvê siyaseta PKK.

Êêêêêê Rojîn xanim!

Ma tu nizanî zimanê Kurdî wek marê re? e xanimê! Te di TRT6ê de bi Tirkî bistra  kesî heqaret li te ne dikir û wê bihi?tana tu bi serbestî li Nisêbînê konseran jî bide ha, wî! Ma tu nizani ku piranîya siyasetmedar û qa?o serokên me bi Kurdî nizanin û a?iqê zimanê Tirkî ne rebenê?

 Te jî wek wan pi?tgirîya asîmîlasyon û ?ildim bildima zimanê dêlika Asenayê bikira xwedêhi?tê! Ma ji te re çi Kurdî û Ehmedo ronî!

Meselen te di TRT6ê de „Oynama ?iqidim ?iqidim“ bistra, bi dîn û îman tuyê bibûya delala ber dilê hevalan ha, waweylê!

Mêrdîn

About The Author