Ev çi lihevrasthatinek ecêb e babam?

Hûn zanin, cîgerim Mustafa Karasû ji bajarê Sêwasê ye, Hinek dibêjin „bi dîn û îman Tirk e“ û hinek jî dibêjin „de here lo, Kurd e lê Kurdekî çeqilmast e“ û nîqa?ê dikin.

Werhasil, gotine zêde û dirêj ne xwe? e û serê mero dê?îne.

Berî bi çendakê cîgerim Osman Ocalan bi sê telaqan sûnd xwaribû û gotibû:“Mustafa Karasû zilamê Ergenekon û dewleta kûr e“ û dabû bin dûvê Karasû. Lê rojnamevanê rojnama Turkîye Osman Sagirli, li Qendîlê rastîyek din jî e?kere kir.

Ji rojnama Turkîye Osman Sagirli, li Qendîlê Mustafa Karasû dît û pêre çend lotik avêtin.  Osman Sagirli ecêbmayî dimîne û dibêje:“Wax, wax, wax, Mustafa Karasû yê ku rêberîya Kurdan dike, gotinek tenê jî Kurdî nizane yaw“ û henekê xwe bi Kurdan dike.

Werhasil, ba?e ku Osman Sagirli Dûran Kalkan nedîtiye, tew Dûranê me nizane bê bi Kurdî navê „hêkê“ çiye ellawekîl. Êêêêê, xem nake canim, bela serê Mustafa karasû û Dûran Kalkanê Adanalî ji me re sax be wî. Çawa be ciwamêran em tev kirin Tirk û doxîn li zimanê Kurdî sist kirine, ma wê çima hînî Kurdî bibin ne?

Lê a herî xwe? çi ye hûn zanin?

Musrafa Karasû ji Osman Sagirli re gotiye: „Ez jî di xortanîya xwe de diçûm nav partîya CHP“.

Peeekkkkk li vê ecêbê, li vê rasthatinê!?

Law ma evqasî tesaduf çêdibin babam?

Osman Ocalan dibêje „Karasû zilamê Ergenekonê ye“, CHP ji xwe partîya Ergenekonê ye û Karasû jî dibêje „ez di xortanîya xwe diçûm nav CHP“.

Birastî destê kê di bêrîka kê de ye ka hûn nabêjin gelî xwendevanan?

Mexmûr

About The Author