TIRPANÊ BIDIN DESTÊ BA?QANAN

Wextê behsa yekitî û hevgirtina Kurdan tê rojevê , rêber û serokên rêxistin û partîyên Kurdan xwe dixin nava livînê û dibên: “Ez nexwe? im, nikarim bikevim bin barê giran, tenduristîya min ne ba? e, destûr nade  “ filan û bêvan

Yek dibê: “ Ay yadêêêê lingê min diê?ê “, yek dibê: “ Ay bavoooo pi?ta  min diê?ê “, yek dibê: “ Offffff qirika min diê?ê “, yek jî dibê: “ Êêêêêê behna min teng dibe, nikarim hewayê hilînim “.

 Gava hûn li ser pi?ta gel lotikam diavêjin, gûza di?ikînin, wê demê saxlemin ne ! Ev gotinên we bû kul û kete dilê min. Ez jî rabûm ji bo çareserîyê çûm ba xaltîka Zerîfê. Min rew?a we ji xaltîka Zerîfê re got.

Pê?nîyara xaltîka Zerîfê: “ Kurê min,  wexta zilamên me nexwe? diketin me tirpan dida destê wan û ew bera nav giha yan jî zevîyê dida. Tirpan ki?andin zor dijware, yan saxlemî çê dibû yan jî diqulipîn û diçûn ser dilovanîya xwe, te fêm kir ne wisa?”

Bi sed cizû mishef pê?nîyara xaltîka me gelek li cî ye. Li Kurdistanê dema giha û dexil dirûnê ye. Werin em jî tirpanê bidin destê van serok û ba?qanan, êdî kîjan çû, kîjan filitî ew û ?ensê xwe .

Barê doza me giran e, ji bo wl divê zilamên me saxlem bin. Ê qels ji me re nabin . De we jî fêm kir min çi got ne wilo geli lotikxanecîyan?

Kurdistan

About The Author