Ev çi bû kek Mesûd?

Birastî çima Kurd têkilîyên bi Israîlê re wek tabû dibînin û newêrin têkilîyan pê re deynin ez fêhm nakim. Gelo têkilîyên Tirk, Faris û Ereban bi Israîlê re tunene? Hene, hem jî can û ceger in. Ma konsolosên Israîlê li welatên Ereban tunene? Hem jî çawa hene! Yan ji xelkê re adet e lê ji Kurdan re qebhet e ku têkilîyan bi Israîlê re deynin? Ev çi çîrok in, çi şorba nîskê ye, çi çeqilmast e!

Dijminê dijminê min dostê min e.

Gotinek heye dibêjin “Dijminê dijminê min dostê min e”.

Lê xuyaye em Kurd ji bo xatirê dijminên xwe newêrin dostanîya dijminê dijminê xwe bikin û têkilîyan pê re deynin. Li gora min ev jî qebhetek mezin e û hetta kêfa dijminan jî li me tîne.

Li ser bextê fitne û fesadên Urdun û Misrê be, li gora ku sîxurên Lotikxanê radigihînin, dibêjin Serokê Başûrê Kurdistanê kek Mesûd Barzanî, piştî hevdîtina bi Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Dewletên Ereb Umer Musa re, gotiye ku „ em dixwazin peywendiyan li gel wan  welatên ku peywendiya Hikûmeta Federal a Iraqê bi wan re heye deynin. Herwiha qet peywendiyek me li gel Îsraîl tune.’’

Ê baş e, çima têkilîyên we bi Israîlê re tunene yan çênabin bavê min!

Temamê Ereb, Tirk û Farisên qûnreş li dijî Israîlê ne (bi ser ku têkilîyên wan bi Israîlê re xurt in), dîsa temamê Tirk, Ereb û Farisên qûnreş li dijî Kurd û doza Kurdistanê ne. Ango, ev mexlûqat hem dijminatîya Kurdan û hem jî dijminatîya Israîlê dikin, naxwe çima wê ev herdu millet û welatên ku dijminên wan yek in nebin dost û bi hevre ne têkildar bin kaka?  Yaw carekê jî mêranîyê bikin, qûça Tirk, Ereb û Farisan rakin û bêjin:”Çawa ku têkilîyên we bi Israîlê re hene, têkilîya me jî bi Israîlê re heye. Minneta we li serê çiyayê Bagokê û heçê qebûl neke ji xirrê mam Celal ve” ma çi dibe? Yan dinya xira dibe?

Werhasilî kelam, em zanin ku serok Barzanî polîtîka û dîplomasîyek baş dimeşîne û naxwaze dilê kesekî ji xwe bihêle. Lê qe nebe bi gotinên xwe dilê Israîlê jî ji xwe nehêlin û kêfa dijminan jî li me û Israîlê neynin kaka. Ma Israîlî ne ji Eyşika Ereb in, wî!

About The Author