Heta bi fa?îstan jî henekê xwe bi BDP dikin

Êdî ne ve?artî ye, BDP rasterast dibêje “ezê referandûmê boykot bikim”û kêfa dost û dijminan li Kurdan tîne. BDP a ku diviyabû bi xurtî destekê bide guhertina makzagona fa?îst a generalên darbeya 1980î, îro li dijî guhertina vê makzagona fa?îst derdikeve, bi devê CHP û MHP dipeyive û dijminatîya AKP û guhertina makzagonê dike. Rast e, belkî di guhertina xalên makzagonê de gellek ti?t ne li gora dilê me bin. Belkî daxwazên Kurdan têde kêm bin. Lê mesele ne kujtina nahtorî ye, mesele xwarina tirî ye. Çima wê Kurd guhertina makzagona Kenan Ewrenê fa?îst boykot bikin yabo? Çi kara Kurdan di boykotkirina referandûmê de heye ha? Ma CHP, MHP û generalên Ergenekonê pir ji Kasimpa?alî Receb û partîya wî AKP çêtir in babam?  Yaw ba? be xerab be, qe nebe Kasimpa?alî Receb daye bin dûvê generalên Ergenekonê û xulamên dewleta kûr bavê min, mêrik li wan siwar bûye û hefsar xistiye serê wan. Çima emê Erdogan ji ser pi?ta generalan bînin xwarê û kêfa generalan li xwe bînin yabo? Ma ev karê aqila ye ji bo xwedê?

Werhasil, mesela me li ser nîjadperestê Tirk Ahmet Ulu, BDP û referandûmê bû.

Ahmet Ulu, yek ji serokên fa?îst û nîjadperestên Tirka ye. Mêrik di 12 Îlona 1980î de ket ber xezeba darbeya Kenan Ewren û 12 salan di zindanê de raza, têra xwe ê?kence xwar, dar û ?û?e xistin qûna wî.  Lê Ahmet Ulu, bi wê nîjadperestîya xwe destekê dide guhertina makzagona Kenan Ewren û dibêje:”Emê destekê bidin referandûmê û ji guhertina makzagona Kenan Ewren re bêjin erê. Me pir ji destê vê qûneka makzagonê ki?and. Ji ber vê makzagona fa?îst (ku ew bi xwe jî fa?îst e ha, bifikirin)  me pir ê?kence dît, pir lêdan xwar û xortanîya me di zindanan de heba bû” û dide bin dûvê Kenan Ewren û makzagona wî ya 1982an.

Lê ya xwe?tir çi ye hûn zanin?

Ahmet Ulu dibêje:” Mixabin MHP û CHP ji bo ji guhertina makzagonê re bêjin na, di refê BDP de cîh digrin. Îro ev hersê partî di enîyekê de lotikan davêjin. Lê em bi xwe emê guh nedin van hersê partîyên dewletparêz û emê ji dil û can destekê bidin guhertina makzagona Kenan Ewrenê Arnawût” filan û fîstan.

Îcar hesab û kîtap li cem we gelî xwendevanan.

Heger fa?îst û nîjadperestên wek Ahmet Ulu jî rabin henekê xwe bi helwest û siyasetaBDP bikin û BDP di refê CHP û MHP de bibînin, îcar hûn bifikirin bê BDP çi pelûl bi serê xwe de rijandiye û hûn ji min re sax…

About The Author