Mêro zane bê mala ?eytên jî li ku ye

Axtapotê Alman “Paûl” efendî, van heyaman ji pir populer û bi navûdeng bûye. Nav û dengê Axtapot Paûl Serokwezîra Alman Angela Merkel jî derbas kiriye ellawekîl. Mêro kêf kiriye...

Axtapotê Alman “Paûl” efendî, van heyaman ji pir populer û bi navûdeng bûye. Nav û dengê Axtapot Paûl Serokwezîra Alman Angela Merkel jî derbas kiriye ellawekîl. Mêro kêf kiriye û di akvaryûma xwe de xirrê xwe difirkîne.

Axtapot Paûl, texmînên ewqasî rast destnî?an dike ku nayê gotin.

Mêro di pê?birka fûtbolê de texmînên herî rast destnî?an kir û piranîya tîmên ku wî texmîn dikir, bûn ?ampiyon. Meselen di pê?birka Almanya- Ûrûgûay de gotibû “wê Almanya qezenc bike” û rast derket, Almanan qezenc kir. Niha jî dibêje wê Îspanya bibe ?ampiyonê cîhanê. Heger ev texmîna wî jî rast derkeve, bawer bikin wê Axtapot Paûl ji Barack Obama jî navdartir bibe.

Li ser bextê berazên Almanya be, dibêjin Axtapot Paûl zane bê mala ?eytên jî li ku ye. Û hetta zane bê wê kîjan salê qiyamet jî rabe.

Pi?tî vê ?arezatîya Axtapot Paûl, me jî li ser navê Lotikxanê pirsa referandûma Tirkiyê jê kir. Axtapot Paûl texmîna xwe eynen wilo got:”Jina min Axtapot Ey?okê ji min berdayî be, wê di referandûma guhertina makzagona Tirkiyê de “erê” bi ser keve” û lotikek kesanedî avêt.

Werhasilî kelam,  emê binerin. Heger texmîna Axtapot Paûl efendî vê carê rast derkeve, îhtîmalek pir mezin heye ku em wî transferî nav refê Lotikxanê bikin û wî bikin Serokê Axtapotên Lotikxanê.

De ya bi xêr…

Almanya

Categories
Kadîn
3 Comments on this post.
  • Rober Amed
    11 Juli 2010 at 19:02

    Na loo ma wi axtapot zane cé cax seroke me ocalan u 3 percén kurdistan azad be.

  • Belengaz
    12 Juli 2010 at 03:37

    Em Hêvî ji Lotikxane re Dikin Ku Tacrubake Ser Axtapoti Ceke Bê Gelo Wê Kurdistan Rîzgar Bibe Yan Na U SIPAS (^_^)

  • Mîrkut
    13 Juli 2010 at 14:50

    Lawo ez dexîlê we me,jina min xeyidîye cuye mala bavê xwe,ji wî camêrî re bêjin bê wê dîsa li min vegere an na?
    Bijî serok axtapot

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...