Mesûdê me jî got: “Êdî bes e!”

Serokê Kurdên Ewrûpayê û sekreterê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê kek Mesûd Tek, di Dengê Kurdistan de lotikek avêt û berê xwe da PKK.

Mesûdê me di hevpeyvîna xwe de behsa rew?a dawî û ?erê çekdarî dike û ji PKK re dibêje:”Êdî bes e, dev ji wî ?erê qirêj berdin û agirbesê êlan bikin qarda?im” û zingînî li ber guhê PKK xist.

Hecî Mesûd (çûbû Lale?ê û bûbû hecî) di hevpeyvîna xwe de bang li serokê Kurdên sererd û binerd cîgerim Ocalan jî dike û dibêje:”Bela Ocalan guhê PKK bik?îne û banga agirbesê li PKK bike babam” û dibêje:”Otonomîya Demokratîk daxwaza Kurdan e, em di vî warî de li gel Ocalan hemfikir in. Dewamkirina ?er ne di berjewendîya Kurdan de ye ellawekîl. Kurd ji ?er zirarê dibînin û qû? li wan diqete” filan û fîstan.

Ez serê we neê?înim, Mesûdê me bawer e ku ?er zirarek mezin dide Kurdan û mexdûrê vî ?erê qirêj jî tenê Kurd in.

Neyse, Mesûdê me di mesela Otonomîya Demokratîk de bi sayin Ocalan re hemfikir e.  

PSK zêdeyî 30 sala ye ku federasyonê dixwaze. Ez dibêjim gerek Mesûdê me bang li Ocalan û PKK bike ku doza Federasyona Demokratîk jî bikin. Otonomî ber diranê Kurdan danagre canim, meselen Federasyona Demokratîk, Serxwebûna Demokratîk, Împaratorîya Demokratîk, Zewaca Demokratîk, çi zanim, hema ji otonomîyê zêdetir çi bixwazin ba? e.

Meselen em wek Partî Demokratî Lotikxane di bergeha pê?în de doza “ Serxwebûna Demokratîk” dikin. Pi?tî serxwebûnê jî emê doza “Împaratorîya Demokratîk” bikin. Pi?tî me Împaratorîya Demokratîk damezirand, îcar emê ji Kurdan re doza “Serokatîya Dinyayê” bikin.  Ji xwe ku me serokatîya dinyayê xist destê xwe û em bûn mîr û pa?ayê cîhanê, emê dagîrkerên Kurdistanê ji dinyayê biqewirînin û wan bi?înin ser Marsê, bela li wir doza penaberîyê bikin û ji xwe re bi dam û satrancê bilîzin.

Ê de ka bêjin gelî xwendevanan:

Hûn doza çi dikin cîgerim?

About The Author