ZEBE?

?ITÛ- ?ÛNTÛ /  CITRULLUS  LANATUS  

?ûntû riwakek (nebatek) ji malbata kulindan e. Herçend wek dikakan bê çandin jî, lê ji fêqîyan tê hesibandin. Belgên wê pirt-pirt in ( parçe ne) rengên wan xwelîyane ne . Rehên wê xwe heta 40 cm berdidin kûratîya axê. Qurmê wan heta 10 mitroyan bi xu?okî li ser axê dirêj dibin. Kulîlkên wê bi gelemperî zer in. Ew kulîlk berê  dibe fêqîyek wek bi?kokekê û pa?ê jî zexim dibe. Zexmîhîya wan li gor cûre , ax û welatê lê çêdibe ji 1- 80 kîloyan diwezinîne. Formên wan jî ji hev cuda ne. Yên girovir, bagurdanî (gundorî)  niha jî yên wek qutîkan jê peyda kirine.  Rengê qa?ilê wan keskê tarî, belek an jî xetxet in.  Aha ji wê fêqîyê re “?ûntû” (zebe?) tê gotin. Di bingehê de dibin du cûre. Yên avî û yên dêm ( bê av- bejî ). Di nava fêqîya wê de go?tek sor an jî zer heye û di nava go?t de jî sîsikên (dindik) qahweyî an jî re? û zer peyda dibin. Ji % 90-95ê wî go?tî ji avê pêk tê.  Bi sedan cûreyên wan yên çandinî û kûvî hene. Lê yên kovî li Afrîqa tropîqal peyda dibin û fêqîyek ?ifadar e. Bi piranî havînan jibo têhn?ikandinê tê xwarin. Ji fêqî û dindikên wê fayde tê girtin. Bi Tirkî navê wê “Karpuz”, bi Almanî jî “wassermelone“ ye

Welat û dîrok: Welatê zebe? bakurê Afrîqa ye. Ji wir  di ser Misrê re derbasî Kurdistan, Îran, Hîndistan Çîn û Rûsya bûye. Dîroka zebe? ba? nayê zanîn. Ti?tên destkevtî 2000 sal berî zayînê li Misr ê, 1000 sal berî zayînê li Hindistanê çandinîya wî hatîye kirin . Ereban bi xwe re birine Spanya,  li wir çandinîya wî kirine û pa?ê belavî welatên din yên Ewropa bûye. Wan jî bi xwe re birine Emerîka. Niha li piranîya welatên tropîkal û suptropîkal çandinîya zebe? tê kirin. Di salên 1951 an de li Kihara cûreyên bê sîsik jî hatine hilberandin û hinek li ser binikên kundiran zebe?an ajne dikin. Li bakurê Kurdistanê yên herî navdar yên Dîyarbekir in. Lê yên Batmanê jî hêja ne. Ji alîyê tamxwe?îyê de yên herî xwe? yên bajarê Mû? ê yên qa?il zirav in. Lê mixabin ew zebe? ji ber ziravbûna qa?ilê xwe nikarin bên tiransportkirin, lewre tenê  Mû?î û Herzeromî faydê jê dibînin.

Berhevkirin: Zebe? dema havînê digehin tên berhevkirin û wek fêkî devterî û pêxwarin tê bikaranîn. Ji qa?ilê wan tir?î û rêçal tê çêkirin. Dindikên wan jî wek çerez tên xebitandin û di fabrîqan de jî ji kakilên wan rûnek tê derxistin. Welatên wek Afrîqa dindikên wan dihêrin û nan jê çêdikin.

Têdahîyên zebe?: Av, ?ekir, sodyom, kalsîyûm, potasyûm, karbonhîdrat, hesin, çînko, asîta citrollîne, amîno, rûn,vîtamîn B, C û hwd. Di qa?ilê wî de fosfor û çînko, di dindika wê de madeya cucurbocîtrîn, lîf û rûn heye.

Bikêrhatîyên zebe?: 1- Destavê diqulipîne 2 –  Madeyên bermayî yên di nava xwînê û rovikan de paqij dike 3- Hewcedarîya bedenê ya kêmavîyê pêk tîne 4- Pê?îya qirîzên dil digire 5- Bedenê ki?t(zinde) dike,  ji arê?eyên sermagirtinê re bikêrhatî ye 6- Bedenê hûnik û rehet dike 7- Dibe alîkarê havêtina xîzên (qûm) nava gurçikan û pî?tgirîyê dide zeximbûna hestîyan 8- Bedenê li hember pence?êhran diparêze 9- Pê?îya hi?kbûna jîy û rehan digire û westîyanê (mandîbûn-betilîn) direng dixe 10 – Heke bi hingiv û zencefîlê bête xwarin, wê belxemê bavêje û gellek faydê bide rakirina arê?ayên kezeb, gurçik, sistema xweragirînê û hi?kbûna jîy û rehan.

Kêrhatîyên qa?ilê ?ûntûyê: 1- Qa?ilê zebe? li hember bêmeferî (bê desthilatdarî bê iqdidarî) re pir ba? e 2- Gurçikan paqij dike û hwd.

Kêrhatîyên dindikên zebe?: 1- Dewisîna xwînê dadixe 2- Tevgera xwînê sererast (tekuz) dike 3- Ji jîy û rehan re gellek bikêrhatî ye û hwd.

Di Jornal of Nutrîtîon a li Emerîka de hatîye beyankirin ku di zebe? de madeya asîta agirîne amîn kîloyan dide avêtin. Li Emerîka, di ceribandinên ku li ser mi?kan hatiye kirin de hatîye peyandin (tesbît kirin) ku di sê mehan de mi?kên bi teqwîyekirina argînînê ji % 67 ji yên teqwîyenegirtî zêdetir rûn hilandine (mehandine).

Pisporê xwedîbûn û dîyetê yê  Nexwe?xwana Ataturk ya Perwerde û Lêkolînan li Îzmîrê Erkan Erdal dibêje: “ Zebe? madarek zêde vîtamîn C û betakaroten dihewîne. Lewre taybetîya wê ya antîoksîdan heye. Ew jî bedenê ji gellek cûreyên pence?êhran diparêze. Di zebe? de madarek zêde potasyûm heye, ew jî dibe alîkarê fonksîyonên rehên dil û dewisîna xwînê. Ji ber kanek (kanî) lîfan ya ba? e, tekûz xebitîna gurçikan pêk tîne û pê?îya pence?êhrên rovikan digire. Sîsikên (dindik) wê jî bi kêrhatî ne. Madeya “Curcurbocîtrîn” dibe alîkarê daxistina dewisîna xwînê û alîkarê sererastbûna fonksîyonên gurçikan. Kesên dixwazin havînan dîyetê bikin û hinekî jar bin, divê di dîyeta xwe de cih bidin zebe? jî. Herçend kalorîya zebe?  kêmbe jî, lê hewceye zêde neyê xwarin. Divê zebe? bi dindikên wê ve bên xwarin, lê hewceye ew dindik ba? bên cûtin yan na wê bibin sedemê xetimîna rovîka kor (apantisît)”

Serokhekîmê nexwe?xana bajarê  Sakarya Dr. Dursun Bostancî dibêje:” Ji boy ku mirov zêde faydê jê bigire, divê bi hinek spîlka qa?il û bi dindik ve û bi zikê birsî bixwe. Lê hewceye dindikên wê ba? bên cûtin, yan wê bibe sedemê xetimîna rovîka kor (apansît ê). Madeya “ cucurbocîtrîn ya di dindikê zebe? de dibe alîkarê dewisîna xwînê û fonksîyonên gurçikan. Dindikê zebe? pir bi fayde ye û çi arê?eyan jibo a?ikê çênake. Heke hindik be jî madeya “lîkopen” têde heye. Ew jî dil ji enferktûstê diparêze. Herweha di zebe? de kanek lîf heye  ku ew jî bizavên rovîkan sererast (tekûz) dike û pê?îya gellek cûreyên pence?êhrên rovîkan digire. Di mehên havînan de pê?ya kêmbûna bêavîya bedenê digire û kêmbûna avê temam dike, gurçikan dixebitîne, destavê tekûz dike. Madarek zêde vitamîn C û B dihewîne, zindetî û enerjîyê dide bedenê. Ji ber taybetîya wê ya antîoksîdan bandora wê ya paraztina ji pence?êhran heye û kîlodanê hêsan dike.

Bikaranîn: 1-Ava zebe?an 2- Zebe?ê bi zencefîl û hingiv 3- Rêçal, cemed ?îr (qe?a ?îr) û tir?î.

1- Li gor daxwaza xwe çend tûzûyên zebe?an di robota mitbex, an jî li ser mûxilê rende bikin. Pa?ê wê avê bikin sarincokê bila sar bibe, 2 pirtên cemed (qe?a) bikin nav qedexek avê, ava zebe?an berdin ser, çîqek pûngê deynin rex û serwîs bikin.Heke hûn zebe? bikin sarincokê hêj çêtire.

2- Jibo her kevçîyek xwarinê kevçîyek zencefila rendekin û bi hingiv re tevlihev kin heta dibe mexcûn. Pa?ê wê maxcûnê bikin devê xwe û zebe? li ser bixwin.

3- Ji zebe? qe?a ?îr (bestenî/cemet?îr) rêçal, tir?î û paste jî tên çêkirin

About The Author