Partîya Kerên Kurdistanê ava bû, kilîlîlîlîlîî!

 De werin û li vê ecêba xwedê binerin.

Li ser bextê televizyona El Arabîye be, dibêjin li ba?ûrê Kurdistanê Komela Hezkirin û Paraztina Keran pi?tî amadekarîyek dûr û dirêj, bû partî û navê partîya xwe jî kir Partîya Keran (Partî El Himar).

Di kongreya Partîyê de Amr Kalûl ê qûnre?, wek serokê partîyê hat hilbijartin û bû serokê kerên Kurdistan û Iraqê. Partî El Himar ji niha ve amade ye ku di hilbijartinên pê? de desthilatdarîyê têxe destê xwe, li Iraqê demokrasîya keran pêk bîne û wêneyê kerê jî deyne ser ala Iraqê.

Serokê Partî El Himar birêz Amr Kalûl, ji Lotikxanê re eynen wilo got: “Ker di jiyana mirovan de xizmetek mezin dikin. Heywanek mirovhez û welatparêz e. Çima emê li vî heywanê xizmetkar xwedî dernekevin û jê hez nekin? Ma ew ji Ey?ika Ereb e baba?” û got ku ew “bi can û bi xwîn bi keran re ne”.  

Komela Hezkirin û Paraztina Keran di sala 2005an de hatibû damezirandin û rêvebirên komelê ji wê salê ve amadekarîya xwe û partîya xwe dikirin. Lê ?ikir ji xwedê re, Partîya Kerên Iraqê ava bû û bi def û zirne govend girt.  

Serok Amr Kalûl bi berdewamî got ku navê navenda partîya wan “xan” e ( xana keran)  û navê te?kîlatên gund û bajaran jî “îstîbal” e (ji xanê piçûktir e).  Hîyerar?î û qedemeyên partîyê jî ev in:

Rutbe û paya serok û rêvebiran “himar – ker” e. Kadir û rêvebirên navîn “îtan” e û endamên partîyê jî “ceh? – deh?ik” in.  Ango, niha rutba serokê partîyê Amr Kalûl KER e!

Balkê? e, malpera televizyona El Arabçye dibêje ku Partîya Keran doza alîkarîya aborî li hikûmeta Kurdistanê kiriye û partî dixwaze ku hikûmeta Kurdistanê butçeyekê ji bo Partîya Keran jî veqetîne. Partîya Kerên Iraqê niha amadekarîya vekirina îstasyona radyoyê jî dike û hetta vekirina televizyona “Dengê Kerên Iraqê TV” jî di rojeva partîyê de ye.

Axir, Partîya Kerên Iraqê li Kurd û Ereban pîroz û bimbarek be rebbî. Ker bûn xwedî partî ma dora pisîk, kûçik, beraz, bergîl û çêlekan.

De li ser xêrê be…

Heçê bixwaze bibe endamê vê partîya pîroz û wek Amr Kalûl bibe ker, dereng nemînin berî go kontenjanên meclîsa vê partîyê bên dagirtin baba…

Hewlêr

About The Author