Ez amade me te hînî Kurdî bikim heyatim!

Hûn zanin, ez Sofî Xelef fedakarê doza Kurd û zimanê Kurmancî me. Ji bo paraztin û pê?debirina zimanê Kurmancî ez karim rîha xwe jî kur bikim û simbêlên xwe jî bikim bi qurban. Bes ku zimanê Kurmancî bi pê? keve û xelk hînî vî zimanê ?êrîn bibin. Û hetta ez karim ?a?ika serê xwe wek xelat bela? jî bidim kesên ku bixwazin Kurmancî hîn bibin ellawekîl.

Li ser bextê zinêkar û doxînsistên Tirkiyê be, dibêjin doxînsista germik û nermik, lotikvana estetîkkirî Petek Dînçoz, di bernama xwe ya televizyonê de gotiye ku “ez pir ji zimanê Kurmancî hez dikim, lê mixabin ji ber ku ez bi Kurmancî nizanim ez nikarim stranên Kurdî bistrêm. Bi ?e? telaqên mêrberdanê ezê hewl bidin ku Kurmancî hîn bibim” filan û fîstan.   

Waweylêêêêê li te porkurê!

Keçê siyasetmedar û serokên me nizanin bi Kurdî biaxivin, Kurd bi zarokên xwe re bi “?ildim bildima Tirkî” dipeyivin, ma çi hewara te ye keçko!

Naxwe tu dixwazi Kurdî hîn bibi?

Ê de naxwe were ez bi qurban, were ber destê xalê xwe Sofî Xelef ê ?erwalfireh heyatim. Bela xalê te Sofî Xelef destê xwe di ser serê te re bibe, zimanê xwe li dora devê te xe, çend nivi?t û bazbendên Kurmancî ji te re çêke û di nava 24 seetan de te bike bilbila Kurmancî dilê min. Hem jî ezê te hînî Kurmancîya bilind, Kurmancîya nûjen û akademîk bikim ellawekîl. Ezê bikim ku tu ne tenê stranan bistrê, lê tu romanên Kurdî jî binivîsi bi dîn û îman. Bes tu dilê xalê xwe nehêle û hew. Hema heqdestê min ramûsanekê û çend lotikên germ û nerm bide xalê xwe û te î? bi hînbûna zimanê Kurdî tuneye.

 Ez bi wê terî?a nav lingê te kim, ezê bikim ku tu di nava 24 seetan de bibi Kurdolog  jî, ihi!

Ê de were were Petek xanim, were ber destê xalê xwe Sofî Xelef hînî Kurdî bibe heyatim.

Keçê fedî meke ha, ê de were wî!

About The Author