Welle yabo xwe? mesele ye

Her ku tarîxa referandûmê nêzîk dibe, provokasyonên dewleta sererd û binerd jî lotikên xwe xurttir dikin. Bi taybet hinek alî dixwazin serê Kurdên li metropolên Tirkiyê têxin belayê, wan bînin provokasyonan û ji bo berjewendîyên xwe û dewletê bi kar bînin.

Êdî her ti?t e?kere bûye. Cepha Kemalîstan dest dane hev û li dijî AKP û pêkhatina referandûmê wek gurên har serî hildane, naxwazin makzagona Kenan Evren bê guhertin û piçek be jî demokrasî bê Tirkiyê, bêhna Kurd û Tirkan hinekî fireh bibe. Ev a?îkar e.

Axir, mesela me li ser lotika KCK û BDP bû.

Li ser bextê ANF be, dibêjin Serokatîya Konseya Rêveberîya KCK, daxuyanîyek qerase daye û ji Kurdên metropolan xwestiye ku xwe li dijî êrî?an biparêzin. 

Ma ev jî ne ecêb e gelo?

Hem hûnê li Dortyola Hatayê êrî?î polîsan bikin, 4 polîsan bikujin, serê Kurdên Hatayê têxin te?qelê, wan têxin nav lep û pençeyên dolheramên dêlika Asenayê û hem jî hûnê bêjin “ ê de xwe biparêzin wî, ma hûn mirî ne Kurdino” ha?

Ê law ev çi ?orbe ye qarda?im?

Madem hûnê Kurdên Hatayê neparêzin û ji çiyayê Qendîlê bi dûrbînê li Hatayê binerin, çima we li Hatayê polîs kujtin û bûn sebebê ku dolheramên Tirk êrî?î Kurdan bikin û malên wan bi?ewitînin yabo?  

Bela Kurdên metropolan xwe biparêzin ha!?

Ê de ji çiyayê Qendîlê dakevin û werin li metropolan Kurdan biparêzin cîgerim. Ma go hûn nikaribin Kurdan biparêzin û Kurdên metropolan di nav lepû?kên hirç û hovan de bihêlin, wê Kurdên xwelîliser çawa xwe biparêzin ha?

Welle babam ez bi xwe nikarim xwe biparêzim. Heger ne derew be, de kerem bikin werin min û zarokên min biparêzin sayin hevaller. Li ?ûna ku polîsên Tirko me biparêzin, hûn werin qurban, wî!

Izmîr

About The Author