Cubbelî got: „Qiyamet nêzîk bûye!“

Pi?tî provokasyonên li bajarê Înegol û Dortyol a Hatayê, herkes ji xwe re fala qereçîyê vedike û texmînên xwe dibêje. Ma Cubbelî Ehmed efendî ji civatê kêm dibe?

Cubbelî Ehmed efendî yê ku li Tirkiyê têra xwe qûnalêsên wî hene, di derbarê bûyerên li Înegol û Hatayê de dîtinên xwe anîn zimên û ji çapemenîyê re behsa hedîsan û qiyametê kir.

Rojnamevan jê dipirse:“Yaw cîgerim, yanî tu dibê bûyerên li Înegol û Hatayê nî?ana roja qiyametê ne?“

Ew jî rîha xwe ya nîv metro difirkîne, serê xwe dihejîne û dibê:“Di filan hedîsê de dibêje ku wê dema fitne û fesadîyê bê. Aha ev dem hatiye û li gora min bûyerên Înegol û Hatayê nî?ana alameta roja qiyametê ne“ filan û fîstan.

Lê ya balkê?tir ku cubbelî begefendî doxînê li Kurdan jî sist dike, bala wan dik?îne û dibê:“Olan oxlim, mesele ziman be hûn zimanê xwe diaxivin, kesî devê ne ne dirûtîye. Hûn dibin serokkomar, wezîr û kizîr. Ma hîna hûn çi dixwazin ha?  Ma hûn doza îmana me li me dikin babam?“ û dide bin dûvê Kurdan.

Cubbelî virrek efendî dibêje ku parçekirina Tirkiyê xeyal e û ji xwe pir ?erm û eyb e ku Kurd doza welatekî cuda bikin filan û jehr û ziqûm.

Îcar ka hûn bêjin gelî xwendevanan:

Gelo provokasyonên li Înegol û Hatayê alameta roja qiyametê ne yan na?

Stenbol

About The Author