Dîplomasîya elokên keçel

Neslê “ekolên keçel” her ku diçe diqele û rebenan bê xwedî û bê xwedan, bê e?îr û dewlet mane. Elokên keçel yek ji wan teyr û teyrikên ku li ber qelandin û windabûnê ne.

Li Sûrîyê tenê çar (4) elokên keçel li jiyanê mane. Ji ber vê, di navbera Tirkiyê û Sûrîyê de “dîplomasîya elokên keçel” dest pê kir û ev proje ji alî herdu “Fîrst Lady”an Emîne Erdogan û Esma Esed ve ket jîyanê.  Li gora projeya herdu xanimên germik û nermik, Tirkiyê 4 elok û 2 çêlîkên elokên keçel dan Sûrîyê da ku ew 4 elokên Sûrîyê bifisikînin hev, qûnê li hev biqetînin û tuxmê wan zêdetir bibe. Navê vê lotikê jî kirin “dîplomasîya elokên keçel”.

Werhasilî kelam, li herdu welatan zêdeyî 25-27 milyon Kurd hene ku halê wan ji halê elokên keçel xerabtir in û ji wan elokan zêdetir zilm û zorê dibînin. Lê çi hikmet be Emîne Erdogan û Esma Esed xanim, qîmetê ku didin wan elokan nadin Kurdên reben. Halbûkî gerek ji elokan zêdetir qîmet bidana Kurdan, qîmet bidana insanan. Lê xuyaye heywanên wek elokên keçel li ber dilê Tirk û Erebên qûnre? ?îrîntir in. Ji wan re ne qîmetê insên, lê zelqên elokan lazim û pêwîst e.

Ez serê we nekim wek serê elokên keçel û porê we newe?înim, “dîplomasîya elokên keçel” Tirk û Erebên qûnre? nêzîktirî hev kirin û bi saya serê wan keçelan, herdu dewletên dagîrker li ber dilê hev bûne wek Leyla û Mecnûn.  Îcar kî Leyla ye, kî Mecnûn e, wê dîplomasîya elokên keçel kê bera ser kê de ez jî nizanim ellawekîl…

Qami?lo

About The Author