Partiya Kemalê Sor jî bû du perçe, kilîlîlîlîlîlîîîî!

Partiya Kemalê Sor bû du perçe, de li ser xêrê be yabo û aqûbet li partiyên din be.

Endamên be?ê îslahê yê Partiya Rêkeftina Kurd ya Sûrî, ya ku di bin rêvebiriya Kemalê Sor de hatibû damezrandin û piraniya van camêran jî heval û dostên PKK yên herema Efrînê bûn (na wele bi navekî din, yên ku ji nav PYD ê veqetiyabûn û xwe li dora Kemalê Sor dabûn hev) partiyek çêkiribûn û navê wê jî kiribûn Rêkeftin. Lê bi qurana ser sênga pêxember, qet bi rê neketin û hema di cî de dan zîtirkan û ha va ew jî bûn du perçe.

Arqeda?ên me yê Rêkeftinê be?ê Îslahhhhhh berê xwe dan ba?ûrê Kurdistanê û daw û delingên xwe çikandin, diranên xwe tûj kirin û gotin: „Bi telaq partî ji rojavayê Kurdistanê kêm in, ancex em vê valahiyê dagirin“ û konferansek tirtire çêkirin.

Van camêran konferansek awarte bi armanca ku melkesekê li hindirê partiya xwe xin û xwe ji zexelî û nekirkêriya siyaseta rojavayê Kurdistan xelas bikin, li dar xistin. He hewwww, van partiyên din kirin tirrr ma dora rêkeftinê! Kuro lawo hê we negot bismilah, we Kemalê Sor binerd kir baba!

A ba? dîsa  vegerin nav PYD a xwe û bes serê xwe bi van civîn û mivîn û konfransan bê?înin qurban.

Ellawekîl, rojavayê Kurdistanê bûye makîna çêkirina partiyan. Welehil ezîm, van partiyên rojavayê Kurdistanê bi ?a?ika me de mîztiye û navê Kurdên rojava çoromoro kirine. Em nema diwêrin li ba van Erqede?ên xwe yên bakur, ba?ûr û rojhilat bêjin em hevalê filan partiya rojava ne lo. Hema di cî de dibêjin: „Kîjan partî? Ya sibê, ya nîvro yan jî ya êvarî hatî damezrandin?“  Bi quran we egala me di nava virka Esed de da û nema tê ?û?tin.

Heya çêkirina partiyek din, bimînin di nav xwe?iyê de xwendevanên qedirgiran yê Lotikxanê.

Navê nû ev e: Partiya Rêkeftina Dêmoqrata Kurd ya Sûrî – Teyarê Islah.

De li ser xêrê be  yabo.

Malpera rêkeftin ev e: http://www.rekeftin.net/

 Elmanya

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author