ROJÎYA RÛVÎ

     Xwendevanên hêja

Emê bi minasebeta meha rojîyê, car û baran pêkenokên

Li ser meha rojîyê parve bikîn. Hîvîdarin wê li gor dilê we bin.

Rûviyek ?ahreza rojekê di daristanê de digere. Çi bibîne ba? e? Vaye rahnek go?t di kîsekî de li çiqek darê daliqandîye. Rûvî xwe nêzîk dike, dîbîne ku bombeyek bi rahnê go?t ve hatiye girêdan. Hêdîka pa? de vedigere, diçe li ser gir xwe dirêj dike û li go?t dinere.

Pî?tî niv seetê gurg tê cem rûvî û  dibê: “ Mam rûvî, tu li vir çi dikî lo?”

Rûvî: ” Ez li wî rahnê go?t dinerim.”

Gur: “Ma te ji bo çi nexwar ?”

Rûvî: “ Em di meha remezane de nin û ez bi rojî me.”

Gurg: “Madem tu bi rojî yî, ez dikarim bixwim.”

Gurg diçe rahnê go? tavê devê xwe, bombe dibê gurm û diteqe. Gurg bi awayek giran brîndar dibe.

Rûvî tê ser rahn û dest bi xwarinê dike.

Gurg bi nalîn dibê: “ Ne te got ez bi rojî me.”

Rovî: ” Ma te nedît, topa fitarê teqîya.”

Bi vê wesîlê meha rojîyê li hemû Kurdên misilman pîroz dikim, hîvîdarim ev meha pîroz bibe avek ji bo vemirandina agirê li Kurdistanê

About The Author