Derewên hinekan peya diçin, yên Celîlê Celîl direvin

Derewên hinekan peya diçin, yên Celîlê Celîl direvin

Celîlê Celîl gotarekê ser radyoya kurdî ya Rewanê nivîsîye û 130 caran navê ”Casimê Celîl” dide, 87 caran  navê ”apê Casim” dide, 41 caran navê ”bavê min” (ango, Casimê Celîl) dide, 14 caran jî navê ”Casim” dide, ango, kesê ku du salan xudêgiravî serokatî li radyoyê kirîye, navê wî 272 caran di gotarekê da derbaz dibe, lê navê serokê 24 salan – Xelîlê Çaçan, ku hemû sitiran û pîêsên radyoyê daye qeydkirin û kirîye milkê gelê kurd, du caran dide.

Têmûrê Xelîl jî tehmûl ne kirîye û di eynî kovarê da bersîva Celîl wa daye û kevir li ser keviran ne hî?tîye[1]:

Celîlê Celîl vê carê xwestîye xwendevanên kovara ”Bîr” bixalifîne, derewên xwe li wan bide qebûlkirin. Ji bo ku xwendevan rastîyê bizanibin, ezê fikirên gotara Celîlê Celîl bi kar bînim û hewil bidim bi îzbatan qelpîyên bi zanebûn yên di gotarê da heyî derxime ser avê û rastîya wan raberî xwendevanan bikim.

Celîlê Celîl dinivîse: Ji ber ku neh sal bavê min Casimê Celîl, pê?iyê wek berpirsyarê radyoya kurdî (1955–1958) û pa?ê wek serokê be?a muzîkayê (1958-1963) bû, barê amadakirina muzîkaran û dengnivîsandina stran û awazan girtibû ser milê xwe.

Ya rast ev e: ya pê?in, Casimê Celîl ne sê salan, lê du salan serokê radyoyê bûye (1955-1957), dema ew radyo wek têst dest bi karê xwe kiribû. Wan deman ew radyo di heftêyê da çar roj bû û her carê 15 deqe bû. Û Celîl nabêje, ka çima bavê wî îdî wek serok nema û bû bersîvdarê be?a mûzîk û sitiranan? Gelo bi xwe dest ji serokatîya radyoyê ki?and? Na! Mesele ew e, ku pi?tî du salan komîsyona dewletê ji zaneyên kurd (ji kurdan Erebê ?emo, Hecîyê Cindî, ?ekroyê Xudo û yên din di komîsyonê da bûn) û ermenî li karê radyoya kurdî ya di nav du salan da lê nihêrîn û hatine ser wê bawerîyê, ku radyo di halê mirinê da ne, tu karekî berbiçav nehatîye kirinê (her tenê çend miqam û 3-4 kilamên leylo-meylo hatibûn qeydkirin) û gerekê bi lez çareyekê bibînin. Çare jî ew bû, ku Casimê Celîl ji kar avêtin û dewsa wî Xelîlê Çaçan Mûradov bû serok û berpirsyarê radyoyê. Xelîlê Çaçan jî camêrî kir, ne hî?t Casimê Celîl bê kar bimîne û karê serwêrîya mûzîkayê da wî, ji ber ku ew be? bi qelemê, nivîsarê, wergerê, rêdaktorîkirinê va girêdayî nîbû û di nav hemû be?an da ya here dawî bû (di rêdaksyonê da be?ên edebîyetê, karê partîyê û propagandayê, çande, malhebûna gundîtîyê û mûzîkayê hebûn). Xelîlê Çaçan ew radyo ji 15 deqeyan gîhande 90 deqeyî û her ro, ango sehet û nîvek û 24 salan, ango heta sala 1981ê, serokatîya wê radyoyê kir.

Celîlê Celîl dinivîse: Û eger em îro lezet ji bihîstina kilamê ?eroyê Biro û Mehmedê Mûsa, Efoyê Esed, Ahmedê Mîrazî, A?iq Nazûk, Egîtê Têcir, Sûsîka Simo û Gulîzera Etar divînin ew bi saya xerckirna hereketê Casimê Celîl e.

Ji ber ku dîroka qeydkirina dengê van camêr û canikan yeko-yeko nedime rêzê û we aciz nekim, ezê her tenê nimûneya dengbêjê me yê herî bi nav û deng ?eroyê Biro bînim, ku derewên Celîl tînine ber çavan. ?eroyê Biro li paytextê Gurcistanê – bajarê Tbîlîsîyê dima û ne dixwest bihata Rewanê bona dengê wî qeyd bikin. Xelîlê Çaçan ser heft rojan bi taybetî ji bo dengê ?ero qeyd bike, ji cîyê kar destûr xwest, çû Tbîlîsîyê, sazbendên kurd peyda kir, studyoya radyoya Tbîlîsîyê kirê kir, hemû sitiranên ?ero qeyd kir û anî. Ango, Casimê Celîl, wek dibêjin, di xewna ?evan da jî ?eroyê Biro ne dîtibû. Ma di her karî da biryar serok dide, an karmendekî wî? Di malê da biryar malxwê dide an berdestî? Di e?îrê da biryar axa dide, an xulam?

Nimûneyeke din: Rojnamevan Mehmet Akta? ji bo têlêvîzyona Med-TV (belkî ne Med-TV be, lê rind zanim, ku yek ji têlêvîzyonên PKKê bû) wextekê bi Karapêtê Xaço ra hevpeyvîn kiribû. Karapêt di wê rêportajê da bi zar-zimanê xwe ji M. Akta? ra dibêje, ku ew sala 1956an hatîye radyoya Rewanê sitiranan bêje, Casimê Celîl jê ra gotîye: – em nikarin sitiranên te qeyd bikin, ji ber ku tu di sitiranên xwe da behsa ?êx, axa û began, ku?tin û heyfhildanê dikî (eva îzbat e û her kes dikare wê rêportaja M. Akta? bibîne û guhdar bike). Karapêt vedigere mala xwe û pi?tî salekê serokê radyoyê Xelîlê Çaçan behs ji Karapêtê Xaço ra di?îne, ew careke din tîne radyoyê û hemû sitiranên wî qeyd dike. Dû ra M. Akta? ew rêportaj wek nivîs jî di kovarekê da belav kir, lê gotinên Casimê Celîl wisa raber kir, ku xudêgiravî ew gotinên Xelîlê Çaçan in. Pa?ê ew bêbextîya M. Akta? kete pirtûkeke sitiranan ya Hesenê Alê jî û bû dîrok. Ez nizanim, çima M. Akta? wisa kirîye, dibe Celîlê Celîl jê ra gotibe: – lawo, tu hatî mala me, te nanê me xwar, eva çend sal in ez hevalê we me, di têlêvîzyona we ya apoçîyan da be?a dîrokê bi rê va dibim, te çima nivîsîye, ku Casimê Celîl dengê Karapêt qeyd ne kirîye û ew pa?da vegerandîye? -Û dibe M. Akta? jî gotîye: – ezê wê wek nivîs çap bikim û dewsa navê bavê te navê Xelîlê Çaçan binivîsim. Ji bo vê bêbextîyê M. Akta? uzra xwe jî ne xwast.

Celîlê Celîl dinivîse: Navê Ey?ana Elî, me her Ey?e ?an bihîstibû, navê bavê wê me nizanbû, bona ku stranên wî biwe?înin û navê stranvan kamil bibêjin, bavê min ser navê wê zêdekir, kir Ey?e ?ana Kurd. Bi vî navî jî li Fonda Zêrîn maye.

Ya pê?in, tu eleqê Ey?ana Elî bi Ey?e ?anê ra tune. Ya dudan, hemû sitiranên Ey?e ?anê min ji Awropayê û Kurdistanê peyda kirine (herwiha yên ?ivan Perwer, Husênê Farê, Mehmûd Qizil, ku me navê wî kir Mehmûdê Sor û dengbêjên din jî. Ez ?ivan Perwer ji sala 1974an nas dikim, me ji hev ra name dinivîsand û ewî hemû sitiranên xwe bi destî doktor Omer Heso ji min ra di?and) û wek hediya dane radyoya Rewanê. Ew hemû jî pi?tî salên 70î bûn. Wan salan îdî Casimê Celîl li radyoyê kar ne dikir. Wek dibêjin, derewên xelkê peya diçin, yên Celîlê Celîl direvin.

Celîlê Celîl dinivîse: Xebatkarê radyoyê evan bûne: Casimê Celîl, Nûra Egît Polatova, Ordîxanê Celîl, Xelîl Mûradov, Mirazê Evdo, Hamoyê Rizgo, Mîkayêlê Re?îd, ?ikoyê Hesen, Emerîkê Serdar, Wezîrê E?o, Fêrîkê Ûsiv, Sêvaza Evdo, Eznîva Re?îd, Egîtê Cimo, Ahmedê Gogê, Sîma Semend, Nûra Cewarî, Tîtalê Efo, Cemîla Celîl, Bariyê Mehmûd, Keremê Seyad, Hesenê Mehmûd, Gulîzera Casim, Lûsîka Huseyîn, Î?xanê Eslan, Cemalê Ûsiv û yên mayîn.

Celîlê Celîl rind zane, ku ez – Têmûrê Xelîl, sê salan, ji sala 1981ê heta sala 1984an yek ji berpirsyarên radyoya kurdî ya Rewanê bûme. Çima navê min nade, ez zanim. Gelo hûn jî zanin? Ew herwiha navê Tosinê Re?îd jî nade. Ew navê wan camêran jî nade, ku eva ji bîst salan zêdetir e bi mae?ekî gelekî biçûk wê radyoya me bi serketî bi rê va dibin û nahêlin ecêb bê serê wê. Ew jî Keremê Seyad, kurê wî – Tîtalê Kerem, qîza wî – Leyla Kerem û xebatkareke din – Gulîzera Memê ne.

Celîlê Celîl dinivîse: Em gerek bîr nekin nimûnê helaliya Casimê Celîl. Mesela 7-8 xebatkarên me berev dibûn diçûne bal ?ahên Tatûryan (?ahên Tatûryan wê demê radyoyê da serokê para xeberdanên ji bona welatên der bû) ?ikayat ser Casimê Celîl.

Wan salan di rêdaksyona radyoya kurdî da 7-8 kes kar dikirin. Ango, hemû xebatkar gelek caran diçûn bal serokatîya radyoya Ermenîstanê ?ikyatê Casimê Celîl dikirin. Çima? Ji ber ku Casimê Celîl karê xwe nikaribû bime?anda, rew?eke wisa saz dikir, ku karmendên din jî nikaribûn rehet karê xwe bikirana. Û li ser bingehê wan ?ikyatan sala 1963an Casimê Celîl ji wî karî jî derxistin.

Celîlê Celîl bavê xwe û neferên malbeta xwe wek zaneyên kurdî û sitiranên kurdî raberî xwendevanan dike. Ji bo ez van gotinan înkar bikim, ezê dîroka jîyana vê malbetê bi kurtî ji we ra ?irove bikim.

Gava be?eke kurdên êzdî di dema qira ermenîyan ya sala 1915an da warê xwe hî?tin û hatine Ermenîstanê, piranîya wan gund ava kirin û li wir bûn mal û hal. Lê be?eke biçûk ji wana, ku dê û bavên wan di qirê da hatibûn ku?tin û tu merivekî wan ne mabû, ew kirine sêwîxaneya Rewanê. Yek ji wan Casimê Celîl bû. Ango, ev camêr li gundan nemaye, bi dehan salan sitiranên kurdî ne bihîstîye, ne ketîye govenda kurdî, dengê kalîna pêz ne bihîstîye û kurdîya zanibûye jî ji bîr kirîye û ermenî jî fêr ne bûye, eger fêr bûye jî, ermenkîya ser dereceya sêwîxaneyê bû. Lê ji ber ku di sêwîxaneyê da dibistan hebû û Casim çend herf zanibûn, ew anîne radyoyê bona kar bike, lê ewî îzbat kir, ku ew ne cîyê wî ye û ne karê wî ye.

Dema min di radyoya kurdî ya Dengê Rûsîyayê da kar dikir, min li wir bernameya helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê bi rê va dibir. Min xwest derheqa Casimê Celîl û berhemên wî da jî bernameyekê çê kim, lê ez di nav bi sedan helbestên wî da gerîyam, min tu helbesteke hêjayî xwendinê ne dît û mecbûr mam derheqa wî da bernameyê çê nekim. Gelo we di helbestên wî da yeke hêjayî qîmetekî dîtîye? Eger we dîtîye, ji kerema xwe ji min ra jî bêjin. Ku neferên vê malê kurdî nizanin, ji gotara Celîl jî xuya dibe. Celîl dinivîse:

Çima van bûyeran min bîr anî?

Gelo hûn ji vê hevokê çi fêm dikin? Eger we ti?tek fêm kir, ji kerema xwe min ra jî bêjin.

Lema jî helbestvanekî me yê bi nav û deng Simoyê ?emo nîv henek, nîv rast digot: ”Li Ermenîstanê sê zimanên kurdî hene: yek zimanê gel e, yek zimanê lîtêratûrî ye, yek jî zimanê malbeta Casimê Celîl e”.

Ordîxanê Celîl 40 salan wek xudêgiravî kurdzan kar kir, lê di nav wan salan da tu berhemeke zanyarî ne nivîsî û çap ne kir. Gelo we berhemeke wî ya zanyarî dîtîye? Eger we dît, ji kerema xwe min agahdar bikin. Eva nimûneya belkî di nav zanyarên tevaya cihanê da yekane ye.

Keça min diçû dibistana sazbendîyê û li pîanoyê dixist. Me xwest, ku ew fêrî lêxistina awazên kurdî be û sitiranên kurdî jî bistirê. Me pirtûka Cemîla Celîl ya sitiranan ya bi notayan dayê, ku fêr bibe. Li ser pîyanoyê kîjan awaz gorî notayan lê dixist, ?a? derdiket. Me got qey mamostaya keça min wê rind fêr nake. Em bi gazin çûn bal mamostaya wê ya mûzîkayê. Derkete holê, ku keça min rast lê dixe, lê nota ?a? in.

Celîl wisa dide xuyakirin, ku van kesan bingehê radyoyê danîne û yên pê?in bûne: Casimê Celîl, Nûra Polatova û Ordîxanê Celîl (herduyên dawî – qa?o bêjerên pê?in).

Belê rast e, dema radyo têst bû, ev kes bûn, lê dema ji têstê derket û sala 1957an bû radyoyta dewletê, ev kes jî neman. Çima Casimê Celîl wek serok nema, me got. Lê bêjerên radyoyê jî ji bo wê ne man, ji ber ku herdu jî kurdî nizanibûn û aksênta (lewz, kubir) wan ne kurdî bû. Dema radyoa dest pê dibû, wê bigotana ”Guhdarên hêja”, digotin ”darên hêja”. Komîsyonê jî got, ku nabe radyoyeke dewletê bernameyên xwe bi gotina ”gû” (ha?a hizûr) dest pê bike. Ango, dîroka radyoyê di rastîyê da ji sala 1957an destpê dibe, dema Xelîlê Çaçan bû serok û hemû miqam, sitiran û pîêsên radyoyê di dema wî da hatine qeydkirin û bêjera pê?in jî Eznîva Re?îd bûye, ku di pê?birka bêjeran da ji nav gelek kesan hate hilbijartin û bi ser ket.

Neferên vê malbetê fêr ne bûne, ku qedirê serokên xwe bigirin. Casim û keça wî – Cemîle, qebûl ne dikirin, ku Xelîlê Çaçan serokê wan e, Ordîxan qebûl ne dikir, ku Qanatê Kurdo û Zera Elî Yûsûpova serokên wî ne, Celîl qebûl ne dikir, ku Hecîyê Cindî, Xalit Çetoyêv, ?ekroyê Xudo serokên wî ne. Qebûl ne dikirin, ji ber ku bi xwe dixwestin bibûna serok, lê dewletê kar û barên wê malbetê nas dikir û qebûl ne dikir. Di van rew?an da jî kar bi serketî nikaribû bihata kirin.

Pi?tî hilwe?îna Sovyeta berê û pi?tî derketina Awropayê Celîlê Celîl destpê kir bi xurtî di çapemenîya kurdî da nivîsand. Lê berî hilwe?înê û berî derketina Awropayê ne ew, ne jî gelek ronakbîrên me ne dinivîsandin. Ew jî wê demê, ku çapemenîya kurdî ya nûbi?kivî hewcê nivîsan bû. Ji kerema xwe bala xwe bidine kovar û rojnameyên kurdî yên pê?in, ku di salên heftêyî da dest bi we?anê kirin – kovarên ”Azadî”, ”Tîrêj”, ”Roja nû”, ”Armanc”, ”Kulîlk”, rojnameyên ”Roja welat”, ”Dengê Komkar”, ”Rizgarîya Kurdistan” û yên din. Eger we xênji gotarên min û çend hebên Qanatê Kurdo û Tosinê Re?îd gotarên kurdên din yên Sovyeta berê dîtin, ji kerema xwe min agahdar bikin. Îcar Celîl çima ne dinivîsand û çima niha dinivîse? Ez zanim. Hûn jî zanin?

Ez zanim, ku pi?tî vê nivîsê wê gelek kes bêjin: -mala te ava, ku tu nahêlî dîrok bê fe?kirinê. Hinek kes jî wê wek herdem bêjin: -bes e ?erê hev bikin. Evên dawî mîna wan kesan in, ku dibêjin ?erê tirkan, ereban, farizan nekin, çekan daynin, bi hev ra a?tî bijîn.

Xênji Mehmet Akta? çend demkê?ên din yên malbeta Casimê Celîl jî hene, ku di malperên ”hevalan” –  www.pen-kurd.org û www.welat.org da dinivîsin û van derewan belav dikin.

Min tu caran bi xwe gotarek jî dijî Celîlê Celîl û malbeta wî ne nivîsîye. Hemû gotarên min her tenê bersîvên gotarên wî ne. Fikirandina Celîlê Celîl ya bi vî awahî di?ibe nexwe?îyekê û ez wisa bawer im, ku di bizî?kîyê da gerekê navê vê nexwe?îyê hebe û eger tunebe, gerekê bê çêkirin.


[1] Di wêneyan da destxetên Casimê Celîl yên di sala 1956an in. Ewî di 2 rûpelan da 62 ?a?îyên cûrbicûr kirine û ser bingehê wan ew ji berpisyarîya radyoya kurdî ya Rewanê hat avêtin.

                                                     

About The Author