?engo û Bengo

?engo û Bengo hebû, navê dayîka wan jî kîrê bû, kirê bizin bû û ?engo û Bengo jî karikên wê bû.

Gurekî sermezîn û ser cinuh jî hebû xwe dida bendî ?engo û Bengo ku wan bixwe. Lê dayîka ?engo û Bengo herdu karikên xwe ?îret kiribû.

Kirê ji ?engo û Bengo re dibêje:“ Heger gurekî sermezin bê ber derî, derî ji wî re venekin. Çaxa min go ?engo Mengo derî ji dayika xwe re vekin. Dayika te çûye zozana, ?îr ketiye guhana, ê ji dayika xwe re derî vekîn û ?îrê xwe têr vexin“.

Tu nabê gur jî wan guhdar dîke, gurê sermezin tê devê derî û dibê: “?eng û Bengo ez hatim. Dayîka we hat ji zozana, ?îr ketiye guhana“.

?engo û Bengo derî vedikin, dibînin ku gurê sermezin e. Gurwan dixwe û dora devê xwe dalêse, diçe.

Dayika wan ji zozanan tê û fêhm dike ku gur ?engo û Bengo xwariye. Bizin radibe dire cem gur û dibêje: „Te karikên min xwariye. ezê herim qilocên xwe tûj bikim“.

Gur jî radibe diçe diranê xwe tuj dike. Radibin derin cem cerxcî. Çerxçî qilocê bizinê tûj dike dike wek agir û ê gur jî ko dike dike wek kevir.

Çerxcî zane ku gur ?engo û Bengo xwariye, ji ber wê diranê wî ko dike.

Werhasil, herdu derin meydanê ?er dikin. Çawa bizin qiloçê xwe bilind dike û li nava gur dixe, ?engo û Bengo derdixe. ?engo û Bengo dibêjin meeeee meee, dayika me ya ?îrîn tu hatî

?engo, Bengo û kirê qîhan hevdu, bimînin di nava saxîyê de û çîroka me li vir xelas..

Îcar qurban, berxwdan jiyan e. Kesên li ber xwe nedin wê xwe jî û zarokên xwe jî winda bikin ellawekîl..

About The Author