Milyarderên Kurd jî hene yaboooooo!

Belkî hinek bawer bin ku Kurd feqîr in û têr nepik nan naxwin. Lê hinek Kurdên dewlemend di nav Kurdan de hene ku nayê gotin. Meselen Zelîmxan Mûsoêv ê Kurd.

Zelîmxan Mûsoêv ê Kurd bi xwe Kurdekî Êzdî ye. Lê bi ?e? telaqên jinberdanê me nizanîbû ku Zelîmxanê me milyarder e û bi peran dilîze.

Li ser bextê fitne û fesadan be, li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê, dibêjin Zelîmxan Mûsoêv bi 2.5 milyard dolaran %24 aktîonên kompanîya “Sîlvînît” ê kirî ye û bûye ?irîkê wê.

2.5 milyard dolar kuro!

Wey bavooooooo û wey li min!

Li ser bextê malpera Kurdistan.ru be, dibêji xwedîyên kompanîya deranîna kalîûm a ji bona zêdekirina çandinîyê – „Sîlvînît“ê, ku li Rûsyayê ya herî mezin e, du kesên nû ne. Aktionêr-xwedîyên nû yên „Sîlvînît“ê parlamêntarê Dûma Dewletê (Parlamêntoya) Rûsyayê Zelîmxanê Elî Mûsoêv (24%) û yek ji serekên kompanîya komirê „Sîbûglêmêt“ Anatolî Skûrov (20%) in. Buhayê aktionên, ku Z. Mûsoêv kirîne 2,5 mîlyard dolar e.

Dîsa li ser bextê votkavexwarên Rûsyayê be, hinek dibêjin Zelîmxan ev pere ji bankê deyn kirine, hinek jî dibêjin na lo, tûrik û xurcikên xwe vala kirine. Lê ji ku anîbe bela bîne, 2.5 milyard dolar jî ne hindik e haaaa, pehh!

Law bavê min, ma tu li xwe tenê difikirî baba? Bi deh hezaran zarokên Kurdên êzîdî birçî û tazî ne, li gundên Ermenistanê derbeder û ?erpeze ne. Ma go te 1 milyar dolar li wan belav bikira û bi 1.5 milyard dolar jî bibûya ?irîkê “Sîlvînît” ê ne bixêrtir bû lo?

Zelîmxan Mûsoêv Kurdekî êzdî ye, ew 13ê meha çirîya pê?in sala 1959an li paytextê Gurcistanê – Tbîlîsîyê ji diya xwe bûye. Ew parlamentarê Parlamentoya Rûsyayê ye, cîgirê sedirê komîteya alîyê pirsên navnetewî ye. Ji sala 1998an ew xwedî û serekê ?êwra dîtindarîyê ya karxaneya Pêrvoûralê ya lûleyan bû. Ewî sala 2008an ew firot koma ÇTPZ ya bi serokatîya Andrêy Komarov û Alêksandr Fyodorov. Zelîmxan Mûsoêv xwedîyê kompanîya Dêvêlopêrskê ya bi navê „Rêgîon“ e. Ew zewicî ye, pênc zarên wî hene. Ew yek ji sedirê ?êwra bazirganîyê ya Rûsya-herêma Kurdistana Îraqê, herwiha ya Rûsîya-Îraqê ye.

Moskova

About The Author