Li Wanê bi navê Qijika Re? kovareke du mehî di demek nêz de dest bi we?anê dike. Li gor agahiyên me bi dest xistine, wê Qijika Re? li ser çiya û baniyên Wanê sîxuriya fesad û xêrnexwazan bike û ji Lotikxanê re rapor bike!
Hat ragihandin ku, wê Qijika Re? li hember dubendî û cudaxwaziyan bibe xwedî helwest û nikilê xwe di nav polîtîkayên serdestan de biçikîne. Tê zanîn ku, Qijik dikarin rojê nêzî nîv kîlo xwarin û zewadeyan bixwin. Em jî bangî xelkê Wanê dikin ku, haya xwe ji xwe bikin û xwe li hemberî Qijika Re? biparêzin. Qijika Re? çûkekî bê ewle ye, çi dibîne dixwe û pi?tî zikê xwe têr dike jî, ne bav ne jî dê nas dike!
Kovara Qijika Re? du mehî ye, ji sed û bîst rûpelan pêk tê û çav li rê ye ku 1ê Îlonê hejmara xwe ya ewil derxe. Em ji ber vî navê wê yê ecêb û ciherengiya naverokê ji vê kovarê serkeftin dixwazin.