Colemêrgîyan qûş li Naîmo qetand

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Îdrîs Naîm Şahîn begefendî, di bin dorpêç û parastina polîs, hêzên çevîk û tîmên taybet de hat Colemêrgê. Lê oxlim li hatina xwe polîpoşman bû, Colemêrgîyan qûş lê qetand, ziravê wî qetand û hiştin ku Naîmko bi xwe de bimîze.

Dema Şahîn xwest li nava esnafan bigere, bi sedan welatî li nava sûkê kom bûn û Wezîr Şahîn şermezar kirin. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir. Şahîn ku rastî lotikên Colemêrgîyan hat,  di çayxanê de asê ma û bû „virt û pirta“ kuna wî, derpî dagirt û bi xwe de rît û mîzt.

Li gora sîxurên me radigihînin, dibêjin bîhna tir û fisên Naîm efendî bi ser Colemêrgê ketiye û wek „bombeya atomê“ xelk

jehrdar kiriye, hinek Colemêrgî ji ber bîhna tir û fisên Naîm efendî ketine komayê.

Em vê lotika Colemêrgîyan pîroz dikin, çavên wan radimîzin û ji wan re dibêjin:

„Heke carek din rayedarekî dewletê wek Naîm Şahîn efendî hat Colemêrgê, ji xwe re rûdank û maskeyên gazê bikirin, bidin ber poz û devê xwe ji bo hûn bi bîhna tir û fisên wan jehirdar nebin qurban…“

About The Author