Fezayî jî hevdu germ û nerm dikin

Li ser bextê astrobîyologê Alman Prof. Dîrk Schulze-Makuch be, dibêjin xwedêgiravî fezayî jî seksê dikin û bi germ û nermkirinê tuxmê wan zêde dibe.

Astrobîyologê Alman Prof. Dîrk Sxhulze, bi sê telaqên jinberdanê sûnd dixwe û dibêje:” Jina min ji min berdayî be, li gora lêkolînên min fezayî jî wek me mirovan seksê dikin û tirrê ji hev berdidin. Ez wek îmana xwe bawerim ku li fezayê jiyanên din jî hene, em ne bi tenê ne û ew mexlûqatên ku li dinyayên din dijîn jî wek me mirovan lotikan li hev dixin û tuxmê xwe zêde dikin” filan û fîstan.

Prof. Dîrk Schulze, jina xwe ji xwe berdide û dibêje ku NASA (Dezgeha Lêkolînên Ezmanî ya Amerîkayê)  li fezayê hebûna jiyanê ke?if kiriye, lê ji kesekî re nabêje û vedi?êre.

Li gora Prof. Dîrk Schulze, ku li Amerîka li Zanîngeha Wa?hîngton State dersan dide, li fezayê dinyayek din bi navê “Glîese 581” heye û ji dinyayê 20 salên tîrêjên rojê dûr e, ji dinyayê jî bi 20 qatan girantir e û li wir sedî sed jiyan heye.

Werhasilî kelam, pi?tî van gotinên Prof. Dîrk Schulze, ez wek Astronotê Lotikxanê li kerê xwe siwar bûm û min berê xwe da er? û ezmanê heftan da ku ez bi çavên serê xwe “Glîese 581” bibînim bê ka jiyan lê heye yan na.

Niha ez nêzîkî Mars, Hîv û Rojê bûme gelî xwendevanên Lotikxanê. Erê kerê min di bin min de betilî ye û tew rebeno bi rojî ye jî, lê em li ber xwe didin ku xwe bighînin dinyaya nû û çend wêneyan ji we re bi?înin.

De niha bi xatirê we qurban. Heger min “Glîese 581” dîîîîît, ji xwe Prof. Dîrk Schulze rast dibêje. Na heger min nedît, ji xwe bi xirrê we digre û derewan dike û hûn ji min re sax…

Ezmanê Hefta

About The Author