NAVÊ MIN FERZ E

Berê li hinek deverên Kurdistanê li dîwanxanên axayan, an jî li medrese û mizgeftan kesên halxwe? ?îvên fitarê didan û fitar bi hevre dihat vekirin. Zaroyê malbatên halnexwe?  yên deh- diwanzde salî jî xwarin digerandin û xwarinên ji bermayên zilaman jî ji bo wan dima, wan jî bi wan xwarinên bermayî zikên xwe têr dikirin.

Rojekê melayek zikîn/têrnexwer/ yê ku ji xwarinê têr nabe û navdar e jî tê dibe mêvan. Dema fitarê zarok ?îve digerînin, berê nîsk/?orbe nîsk tê ser sifrê. Melayê zikîn dibê: ” Divê hûn nîska xwe bixwin suneta pêxember e.”

Cemeet ?orbê tev dixwin û  binî dalêsin. Savar, go?t û mast tê, meleyê zikîn dibê: “ Suneta pêxember e, divê hûn xwarinê di firaxan de nehêlin”.

 Cemeet bi ya wî dikin, xwarina tê hemî dixwin û ji bo zarokên xwaringer ti?tek namîne, tev de birsî/birçî dimînin.

Pi?tî xwarinê mele dixwaze destê xwe bi?o û desrê vede/avdestê bigire.

Zarokek ji yên xwaringer jî mesînekî tije av dibe û li dest meleyê zikîn dike.

Mele ji zaro re dibê: “ Lawê min navê te çiye?”

Zaro: “ Navê min FERZ  e!”

Mele:” Lawê min, ma navê mirovan FERZ dibe? Navê xwe yê rastî bibêje”.

Zaro: “ Navê xwe yê rastî bêjim da tu bibêjî ev sunet e û min jî bi cemeetê bidî xwarin ne wisa!”

About The Author