?OFÊRRRRR ?OFÊRRRRRR!

Hinek serpêhatîyên Kurdan hene li cem wan serpêhatîyên Lazan gû xwarine bi serê kofîya xaltîka Fatê.

Li Dîyarbekirê du heval derketine li sûkê digerin. De ka werin em ji devê wan seh bikin çi qewimîye.

Di papûrê (cadde) de dolmî?ek bilez lê derî vekirî, hema bêsehêtî (bêqontrol) ji me derbas bû. Em metel  man, ji  me wetrê frêna wê  teqîyaye, qetîyaye. Hema çû li dîrega (stûna) kehreyê  (elektrîk)  ket, qeza çêbû. Em revin ji bo alîkarîya  rêwîyan bikin. Me xwe gihand dolmî?ê, em çi bibînin! Brûyên rêwîyan qeli?îye, bi xwîn e, lêvên wan teqîyane di nav xwînê de mane, lê hemi bê rawest dikenin. Wisa dikenin ku hêsir (rondik) ji çavên wan dirijin. Em ji alîkî ve alîkarîya wan dikin, ji alîkî ve jî bi kenê wan ?a? in, me tu wate neda vê rew?a sosret.

Pi?tî 4-5 hûrdem (deqîqe) me pirsî  “ Çi bû? Çi qewimî we qeza kir?

Rêwîyan ji kena nikarîbûn bersiva me bidana. Yekî bi zor got “ ?ofêrrrr ?ofêrrrr!

 Me got “ qizilqurt û ?ofêr, kuro  çi bû bi ?ofêr de bêjin lowe em canezerî kirin bavo, de bêjin lo”.

Yek him dikene him jî dibê “ ?ofêr derî vekir ku  belxema devê xwe tifû bike û bavêje derve,  tew?a xwe xera kir,  kete xwarê û ev qeza hat serê me “.

Werhasil, me sedema qezayê fêhm kir. ?ofêr jî hat  bi rew?ek xerab di nav toz û gemarê de maye û alîyekî rûyê wî di nav xwînê de maye.

Kurdan jî ev referandûm bi qezayek biçûk derbas kirin, hinek serî û dil bi?ikên jî ne girînge, zêde xesar tune. Xwedê hevza me ji qezayên mezintir bike. Divê em niha bi yekdeng cardin dest bavêjin doza Kurdawarîyê, Kurdewarî li benda me ye ne wilo?

Kurdistan

About The Author