Dêrsim keleha BDP ye.

Ev gotin,gotina wekilê BDP yê Dêrsimê Ziya Xalîs e, ku pi?tî ?irovekirina encama Referandumê gotîye.
Gava ku min ev gotina wî di internetê de xwend, hinekî serê min tevlihev bû û min ji xwe re got; gelo ez ?a? im?


Rabû ez dîsa ketim malperan, vî alî wî alî min encamên referandûma li Dêrsimê dîsa derxist. Encamên wê ev in.
BE?DAR: 66,05
NA       : 80,8
ERÊ     : 19,2
Li seranserê Tirkîyê be?dar: 77,1
77,1-66,5:10,6
yanî Boyqot: 10,6

Bi xwe matematîka min ne ewqes qewîn e û min kir û nekir ez negihi?tim formula Ziya Xalîs bê çawa bi %10,6 Dêrsimê dibe keleh.
Heta formila gundîyê me Hesenkê jî min bi kar anî, lê dîsa jî ez negihi?tim encamê

Ez dizanim niha hûn dibên „Halla hallaaaaaa, îcar ev formula Hesenkê çiye û ji ku derket law?“ û meraq dikin.
Hesenkê, bexçê wî hebû,  bacanên sor difrotin. Wê demê mêzêna feqîro tunebû. Ji xwe re kevirek kiribu kîlo. Kevir dixist destekî û bacan dixist destê din û diwezinand.
Dema diwezinand destê bacanan hinekî dadixst xwarê û wiha digot: „Ji kîlokê zêdetire jî de ti?t nabe, li we helal be“.
Îcar ez heyrana serê we gelî matematikvanê Lotikxanê bim,  hûn li ser bixebitin û  di vê formula Zîya Beg re derxin.
 

Ev Dêrsima ku hemi çûk û maçûkên çepên Tirka ji xwe re kiribû wargeh û hêlîn, bê çawa bi %10,6 dibe keleh?

About The Author