Mizgînî…mizgînî…!

Ew kî bûn yên ku digotin: – Hikûmeta Kurdistanê gendel e û zagon tê de tuneye. – Xelkê direvînin û bi bêbextî dikujin. – Devên rojnamenûsan diçirînin û mohra...

Ew kî bûn yên ku digotin:

Hikûmeta Kurdistanê gendel e û zagon tê de tuneye.

– Xelkê direvînin û bi bêbextî dikujin.

– Devên rojnamenûsan diçirînin û mohra sor li qûna wan dixînin.

– Kesan bi peran dikirin û filîm û milîman bi wan çêdikin.

– Tê de, ne endazyar endazyar e, ne textor textor e û ne jî kargêr kargêr e.

– Hemi companya mompanya di destên gunikre?an de ne.

– Kê kir kê, jê re ma.

– Welatê Çirto û Virto.

– Girtiyê Tiro û berdanê Fiso.

– Xwezî bi kefendiz.

Werhasil, lîste dûr û dirêj e. Lê xuyaye ev bêbextî û telaqre?î ku dixin histûyên van kakacanan hemi virr û derew in. Erê lo, wek ku?tina pepûkê Zerde?t. Hema bêbextî dikirin û digotin: Bi sê telaqan malbata (nizanim kê…) ew ku?tine. Îcar yabo her kî rabû, devê xwe vekir û ti?tek ji xwe re got. Ê de yewa?-yewa?, hêdî hêdî heyra! Va îro av zelal bû û herti?t xuya bû babam!

Doh lijneya lêkolîna ji bo ku?tina Zerde?t ragihand ku kujerê wî girtine, ew anîn ser sahnê jî haaaa! Dibêjin xwedêgiravî turumpêla Zerde?t xera bûbû, îcar ew biribû Mûsilê ba yekî mîkanîk ku jê re çêke. Îcar ji ber heqdestê wî nedabûyê, yê mîkanîk ew ji Hewlêrê revand û di ber heqdestê xwe de xirek xistê û ew ku?t. Îcar haya we ji we hebe haaa, heger turumpêl mirumpêlên we ji kar ketin, ji xiyarên mîkanîk û fîterçiyan hesaba bikin!

Weyla law li me feqîr û belengazan! Zerde?t ku?tin û ha?a xirek jî xistinê, ew kirin têrorîst jî! Wek kurê kefendiz lêkirin ellawekîl! Ê law oxlim, ma ev filimê we û ev lîstik û mîstika we dikeve serê keran? Ma grûpek têrorîst bê û xwendevanekî ji ber deryê zanîngehê, serê sibehê li Hewlêrê birevîne û di ser deh xalên kontrolê re derbas bike ta Mûsilê, ma ka asayî?a we li ku ma? Ma tir li kuuuuuu û das li ku! Law ez bi sê navên Xwedê kim, eger em wek di virr û derewan de, di bêbextî û dek û dolaban de, wilo jî di siyasetê de zîrek bana, niha herçar parçên Kurdistanê yek bûna û kesek nediwêrîbû nêzîkî me bibûya! De heta carek din, heta virr û derewek din, heta bextre?iyek din, hemi bimînin di xwe?îyê de qurban!

Kurdistan

Categories
Kadîn
3 Comments on this post.
  • Kurdewar
    17 September 2010 at 11:28

    Ew kesên malbata Berzanî tawanbar dikirin em ba? bi qûna wan dizanin wan bixwe gelek ciwanên Kurda ku?tin bin kevir kirin. Xwedêgiravê wê bi van derewan xwe tehfîl bikirna ku kujerê Zerde?t dernexistina holê.
    Bakur ne besbû îcar li ba?ûr û rojhilatê jî binerdîyên xwe saz kirin naxwazin yekitîya Kurda çêbibe

  • Qijikê Dèrsimê
    17 September 2010 at 13:14

    Ê babam sayin erqadeshler ji Bakur tirr berdan, dor hate Bashur. Law bi serê memikên xaltîka Fatê be, bila xwedê bashqanên sererd u binerd nede kesî u wesselam. Welle êdî ez ji siya xwe ditirsim cîgerlerim. Chi dibe chi nabe babam, dibe ku kunek derkeve u here ajantiyê li duv min bike, wîîî.

  • war zaxoyi
    20 September 2010 at 02:02

    e wela bila her 3 telaqe xaltika fate bi cetel bixom Barzani kostiye . ev sinaryo ciye Mizgînî…mizgînî…! di nvesi

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...