Erdogan dibê 3, ew dibê nabeeeeee!

Hûn zanin, Kasimpa?alî Receb bi taybet ji Kurdan dixwaze ku tenê sê zarokan çêkin. Çima? Ji bo ku nifûsa Kurdan zêdetir nebe û Kurd Tirkiyê dagîr nekin, Kurd Tirkiyê nexin destê xwe. Ji ber ku demançe û kele?kofên Tirkan zû qelp dikin û nikarin zêdeyî sê zarokan çêkin, dixwazin ku Kurd jî kele?kofên xwe neynin ser otomatîkê û yeko yeko fî?ekên xwe biteqînin. Lê Kurd guh nadin Kasimpa?alî Receb û ha ha kele?kofê tînin ser otomatîkê û dire?înin.

Li Bajarê Meletê, Kurdê bi navê Abdulwahap Guden mêrê di jiya ne û wek Bavê Teyar daye navê. Abdulwahap Gulen ji du jinan bavê 16 zaroka ye û dixwaze wan bike 20. Herdu jinên wî ji mêrê xwe pir razî ne û dibêjin ku heta îro kele?kofa wî qelp nekiriye û wek bayê xezebê diteqîne.

Ez zêde dirêj nakim kaka. Abdulwahap Guden û her dijên xwe çi ji Erdogan dixwazin hûn zanin?

Dibêjin „Em dixwazin Kasimpa?alî alîkarîya me bike da ku em çend zarokên din jî çêkin“ û doza alîkarîyê dikin.

Ez nizanim ka wê Kasimpa?alî Receb daxwaza bavê 16 zarokan pêk bîne yan na, lê xuyaye Erdogan alîkarîyê bike jî û neke jî, wê Abdulwahapê me nî?anê bigre û kele?kofê biteqîne.

De ma xwedê ku Abdulwahap Guden hejmara zarokên xwe bike 20, 30, 40 û 50. Hema çend zarokên bi xêr ji wan derkeve her ji Kurdan re kar e û ne xisar e ellawekîl..

About The Author