Welle helal be ji te re cîgerim!

Serokkomarê Tirk û Kurdên çeqilmast birêz Abdullah Gul, di vekirina meclîsê de lotikek ademî avêt û wek her carê germik û nermikbûna xwe îspat kir.

Evdoyê me behsa gellek ti?tan kir, xwe? kir û ha xwe? kir, girêz bi devê me xist. Abdullah Gul tiliya xwe xist çavên siyasetmedaran, da bin dûvê wan û got ku “xwe vir de wê de nebin oxlim, em jinên xwe jî ji xwe berdin divê em pirsgirêka Kurd çareser bikin û ji vê belayê xelas bibin, êdî bes e” û lotikek avêt sermezinên ku di meclîsê de bûn.

Evdoyê me çareserkirina pirsgirêka Kurd ji siyasî zêdetir di demokrasîyek berfireh de dît û got: “Binerin oxlim, ji ber ku standartên demokrasîyê li Tirkiyê kêm bûn teror bû wek gurê har. Divê em standartên demokrasîyê zêdetir bikin û dev ji vê serhi?kîya xwe berdin, qe nebe bela nevîyên me wek me derpî danegrin û serê wan neê?e” filan û fîstan.

Werhasilî kelam, Serokkomar Abdullah Gul behsa guhertina makzagonê jî kir û bi sê telaqan sûnd xwar ku makzagonek nuh, makzagonek ku demokrasî zêdetir tê de cîh bigre ji Tirkiyê re pêwist e û ger ew makzagon çênebe, wê wek mesela  “Çû seferê hat kerê berê” li civaka Tirk bê.

Axir, serokkomarê me yê germik û nermik çend lotikên xwe? avêtin wesselam.

Hêvîdarim Kasimpa?alî Receb, Gundî Kemal û Keçel Bahçelî, gotin û pê?niyazên Abdullah Gul efendî bikin guhar û têxin guhên xwe.

Lê ku têxin ciyekî din jî helbet hê çêtir û maqûltir e ellawekîl…

Meclîsa Tirkiyê

About The Author