Aha ev jî lotikek xwe? bû

?ikir ji xwedê re, Kurd hînî boykot û moykotan bûn û awayê teko?înek nûjen bi dest xistin.

Pi?tî boykotkirina ?ildim bildima zimanê dêlika Asenayê û daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî, niha jî xortên me dest bi boykotkirina eskerîyê kirine û naxwazin ji dewleta virqo re eskerîyê bikin. Aha ev lotik lotikek îmanperwer û xwe? e ellawekîl.

Li ser bextê sîxurên Lotikxanê yên li Beyoglû, Aksaray, Karakoy, Bahçelîevler, Yenî Bosna û Kar?iyakayê be, dibêjin çend xort û keçên me li avahîya Komela Mafê Mirovan gihane hev û bi navê “redkarên wîjdanî yên Kurd” lotikek bêîman avêtine.

Keç û xortên me gotine “Ji bo xwîna brayên xwe nerjînin, em naçin eskerîyê. Em wan cil û bergên eskerî yên ku wek kurtanê keran e li xwe nakin babam” û dest bi sloganan kirine.

Werhasilî kelam, 6-10 xort û keç hindik in cîgerim. Divê bi sedan, bi hezaran xort û keçên Kurd heman boykotê bikin ku karibin tirrê ji dewletê berdin û dinyayê bi xwe bihesînin. Yan na, bi çend fî?ekan cewrikên dêlika Asenayê natirsin û derpî danagrin.

De li ser xêrê be yabo qurban…

Stenbol

About The Author