Dizê derpîyê jinan

Kesî dîtiye serdarê baregehek eskerî û pîlotê balafira ?er dizê derpîyê jinan derkeve? Lê dibe çima na. Ne tenê dizê derpîyan, mirdar û zinêkar jî.

De binerin…

Li Kanadayê, serdarê baregeha ezmanî Albay Rûssell Wîllîams, li xwe mikur hat ku wî du jin kujtine, tecawizî du jinan kiriye û ketiye malên xelkê û bi sedan derpîyê jinan dizîye.

Kanada niha ji ber vê sosretê diheje û xelk li mikurhatinên Albay Wîllîams maye ecêbmayî. Rûssell Wîllîams herweha ji ?ahbanûya Brîtanya Elîzabeth a duyem û gellek siyasetmedar û serokan re jî pîlotî kiriye.

Werhasilî kelam, li qilafet, meqam û payebilindîya kesî nenerin û pê nexapin gelî xwendevanan. Kesên ku wek Albay Rûssell Wîllîams derpîyê jinan didizin pir in. Tew ji xwe hinek qûnek wan derpîyan bêhn dikin û pê serxwe? jî dikevin ellawekîl.

Îcar hay ji xwe û dizê derpîyan hebin baba…

Toronto

About The Author