Bajo kekê mino bajooooo!

 

Li ser bextê dikandarên Batmanê be, dibêjin partîya BDP formulek qerase amade dikin û di vê formulê de lotikên kesanedî hene.

Di vê derbarê de wekîlê Batmanê Bengî Yildiz, çend lotikên ecêb avêtiye û gotiye “Kurd wê di hundurê vê sîstemê de li Kurdistanê zimanê xwe wek zimanê yekem bi kar bînin. Zimanê fermî yê yekem Kurdî û zimanê duyem jî wê Tirkî be” û hespê xwe ajotiye.

Werhasilî kelam, li gora ku kekê me Bengî Yildiz dibêje, heger rojek ji rojan Kurdistana xweser pêk bê, wê zimanê Fermî Kurdî be û pi?tre jî heçê bixwaze wê bi ?ildim bildima zimanê Tirkî biaxive.

Aha ev jî lotikek ne xerab e ha.

Hêvîdarim temamê endamên BDP xwedî li vê lotikê derkevin û hewl bidin ku li Kurdistanê zimanê fermî bibe zimanê Kurdî, bi taybet jî zimanê Lotikxanê.

Êlih

About The Author