Kilîlîlîlîlîîîîîîîîîî, partîyek din li Kurdên Sûrî zêde bû, wey li ser xêrê be rebbî!

Wey xwedê partîyan ji ser serê me kêm neke û hejmara wan bighîne 2 milyonan rebbî!

2 milyon Kurdên Sûrî ne, ya rebbî, tu her Kurdekî Sûrî partîyekê bikî qismetê wî/wê  rebbî!

Ya rebbî tu me bê partî û serok nehêli!

Li ser bextê sîxurên Lotikxanê û fitne û fesadên Kurdên Sûrîyê be, dibêjin endamên ku ji Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê xeyidî bûn yan ji partîyê dûr ketibûn, li bajarê Dortmûn a Almanya hatine cem hev û dane lotikan. Dibêjin pi?tî nîqa? û raberizandinên dûdirêj (ji werîskan jî dirêjtir), biryar dane ku “Partîya Yekîtîya Kurdistanî” ava bikin û dest bi lotikên ?idyayî û hestep bikin.

Werhasil, dibêjin gongreya partîyê di bin slogana „Maf ne xêra kesekî ne, maf bi zorê tên standin“ dest pê kiriye û dê weledê xwe avêtiye, bûye qîr û qiyamet.

Ez serê we neê?înim û çewalan nexim serê we,  „Partîya Yekîtîya Kurdistanî“ li me zêde bû. Li gora ku navê „Yekîtîya Kurdistanî“ bi dûvikê parîyê ve ye, ez bawerim gerek ev partî Kurdistanî be û ne tenê ji bo Kurdên binxetê be. Ez wilo ji navê wê fêhm dikim.

De ?ikir ji xwedê re, em Kurd piçek din nêzîkî azadî û serxwebûnê bûn. Bi emrê xwedê û qewlê Partîya Yekîtîya Kurdistanî, emê di demek nêzîk de qûnê li dagîrkeran biqetînin..

Her bijîn kaka!

Almanya

About The Author