Tenê li Tirkiyê ev lotik tên avêtin

Tirkiye welatê kê kir kê ye. Hema kî fersendê li kê bibîne, hew we dît lotikek lê xist û qû? lê qetand.

Li bajarê Aydin qeza Koçarlî yê, kesê bi navê Ergun Yamaç lotikek ewqas bêîman xwariye ku nayê gotin. Rebeno wek mirî?ka gêj lê hatiye û heta niha jî nizane bê kîjan rojê çêbûye, kîjan rojê ji dêya xwe derketiye.

Di nasnama Ergun Yamaç de çêbûna wî 00.08.1966 hatiye nivîsandin. Ango, meh kif? e, sal kif? e, lê roja ku çêbûye tune. Kesî dîtiye ku mirovek di roja “00” de çêbûbe gelo? Ma memûrê ku ev nivîsandibe ne ker kurê keran be naxwe çi ye?

Yanî qa?o memûr efendî xwendî ye, zanîngeh xelas kiriye û hê jî nizane ku di dîrokê de roja “00” tuneye.

Îcar pelûla herî mezin bi serê rebenê Ergun Yamaç efendî de rijiyaye. Rebeno dike û nake nizane bê kîjan roja meha Tebaxê hatiye dinyayê. Ji ber vê jî ne kare rojbûna xwe pîroz bike û ne jî zane wê çi bike. Tew dêya wî jî nizane bê wê kîjan rojê kurê xwe anîye dinyayê. Dibêje “hema rojek germ û bi toz û dûman bû” û ne rojê zane, ne seetê.

 Werhasilî kelam, bereketa xwedê li memûrên li Kurdistanê be. Qe nebe ew hema rojbûna Kurdan “01.01” dinivîsin û xwe ji pirika Kurdan xelas dikin. Lê yê Tirkan ji memûrên Kurdistanê jî kertir in û rabûne “00” nivîsandine.

Axir canim, wa Tirkên ji me xerabtir jî hene. Qe nebe Kurd di “00” de çênebûne lo. ?ikir ji xwedê re ku di nav Tirkan de jî zirker hene…

Stenbol

About The Author