Torinên serok Mao bûne milyarder

Ji berê de dibêjin „Hinek dikin û hinek dixwin“.  Rebenê xalê me serok Mao Zeytûn jî kir û îro torin û bermayên wî dixwin û ha dixwin, bûne milyarder...

Ji berê de dibêjin „Hinek dikin û hinek dixwin“.  Rebenê xalê me serok Mao Zeytûn jî kir û îro torin û bermayên wî dixwin û ha dixwin, bûne milyarder û dîsa jî têr naxwin.  Yanî, torinên serok Mao bûne kominîstên kapîtalîst. Gelo xalê me Mao Zeytûn îro sax bûya wê çi nav li torinên xwe bikira ez pir meraq dikim.

Li gora lêkolîna kovara Hûrûn a Çînî, ji 20 jinên herî dewlemend ên cîhanê 11 jê jinên Çînî ne. Ango, 11 jinên Çînî îro dewlemendên herî mezin in.

Di serê lîsteyê de Zhang Yîn a 53 salî tê. Xanimê xwedîya serwetek 5.6 milyar dolar e û heta nevî û nevîçirçirkên wê sax bin jî perên wê xelas nabin. Xaltîla me Zhang Yîn xwedîyê febrîqa kaxeza ye. Kaxezên ku li ser sergo, kuçe û kolanan tên avêtin dide topkirin û wan kaxezan di febrîqa xwe de di?o, helal dike û dîsa wek kaxezên pak li bazarê vedigerîne.

Duyemîn jina dewlemend jî xaltîka me Wû Yajûn e û xwedîya 4.1 milyar dolar e. A sêyem jî xaltîka me Chen Lîhûa ye ku 69 salî ye û xwedîya 4 milyar dolar e.

Werhasilî kelam, çavê me ne di pere û serweta torinên serok Mao Zeytûn de ye.

Lê ez meraq dikim gelo wê xalê me Mao Zeytûn çi nav li van torinên xwe bikira?

Yan wê kalkê me Viladîmîr Îlyîç Lenîn çi nav li van torinên xwe yên ku îro qûna xwe bi milyon dolaran paqij dikin, bikira?

Birastî gelo wê rojekê jinên Kurd jî bibin milyarder û karibin di nava jinên cîhanê de navekî bi dû xwe xin?

Pekîn

Categories
Kadîn
One Comment
  • Kurdewar
    15 Oktober 2010 at 09:00

    Mao=manat=paxnot=pere=dewlemendi.. Bi qebra ?êx Rûto rêhevalên meyê çîngçançû nizam kîjan gû êpêce dirafên ku resmê kalkê meyê Marqîs li ser berhev kirine wey tifûûûû li rûyê qapîtalîzma we 🙂

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

      Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
    • PKK û bangewazîya yekîtîyê

      Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
    • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

      Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
    • Talîş kî ne ?

      Ugur Dursun Adsız Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê...