Ker hevrêyê mirov e.

Roj û kêlika ku min Kek Rostam nas kir,

yekser min kataloga wêneyên wî ji ber çavan derbas kir.

Demek e, ez ji bo pirtûka xwe ya dersê wêneyeke bergê digeriyam.

Min tê de motîf û rengên Kurdan û evîn xeyal dikir.

Belê di katalogê de ez rastî wêneya ku min tesawir dikir, hatim. Min jê xwest û hêvîdar im di demeke nêz de bi destûra kek Rostam, bi wêneyê wî ve ez ê pirtûka xwe biwe?înim.

Hi?ê min li ser wêneya ku min qal kir de bû, vêca rêzewêneyên keran bala min ki?andin.

Bi kurahî û dirêj nebe jî hema ji ni?ka ve hevpeyvîn çêbû.

Min pirs nenivisî daku xwendina tekstê hêsantir be.

Rostam Aghala

Ez li sala 69an li Koyê hatime dinê. Niha li Sileymaniye dimînim û birêveberiya Galeriya Zamwa dikim. Zamwa tê wateya birîn. Hûn dikarin zêdetir agahî ji malperê bistînin:  www.rostamaghala.com

Galeriya Zamwa ji sala 95an heta niha xebata xwe bi gelek ?êwakarên hemû Kurdistanê re berdewam dike; tenê Kurd in.

Heta niha min gelek pê?angeh pêkanî, di tabloyên xwe de piranî ez fîgûrên jin bi awayeke romansî bi kar tînim. Helbet fîgûrên din jî direngînim lê bi taybetî, fîgûreke min heye: Ker!

Kurd henekên xwe bi ker dikin û gelek caran fîgûra komedî ye.

Bi bîr û baweriya min fîgûra ker, trajedî ye.

Heman jiyana Kurd e, ku jiyan û kesayetiya Kurd herî pir li ker diçe.

Ker tim li der û dorên me, hevkarên me ne.

Ker tehamulkar e

Bi sebr e, bi erebî dibêjin ebû sebr. Gelek tehamulî mirovan dike.

Ker zîrek e

Dibêjin ku ker ne jîr e lê bi ya min ker zîrek e û avadaniya jiyana mirovan de hevkarî dike.

Ker hevkarî dike.

Ji hespan zêdetir, ker gelek alîkariya hejaran kiriye. Nayê gotin lê ji dîroka kevn heta niha di bin serok û rêberên Kurdan, di ?ore?ê û di jiyana rojane de her ker hebûne û hevkarî kirine.

Ker û mal

Parçeyekê malê ne, tim li malê, li ber destan e.

Ker û rêgeh

Ker di rêwîtî de rêbertî dike, ew tim li pê?iyê ne û heywanên din didin dûyê keran.

Li cem min figûra ker tawaf nabe û dûr û dirêj e.

Ker hevrêyê mirov e.

Ker esîl(resen) e.

Ker bi înad(rik); neheqiyê qebûl nake û li berxwe dide.

Ker çîna karkeran û hesp çîna birjûwaziyê temsîl dike.

Li ser kew agahiyên min pir tune ye. Kew ji bo xwe?î û hez bi kar tê lê ker xizmet dike. Herdu zor cewaz in.

Enfala keran

Wexta Kurdistan azad bû gelek seyare bi erzanî hatin welat. Hingê bihayê keran 300 Dolar bû. Ker î? dikir, ji bo karê kaçaxê dihat bi kar anîn. Xelk bi erzanî seyare kirîn û kerên xwe berdan çolê. Ajalên hov ew xwarin. Pê?merge jî li gundan nema û pedivî bi keran nema.

Hukumetê jî ker top kirin, parçe parçe kirin û avêtin ber ?êr û pilingan, li baxçeyê ajalan.

Bi ya min rew?a keran xirab bû, rew?a Kurdan jî xirab bû.

Niha jî ker li Kurdistanê hene lê rew?a wan ne ba? in. Li hember le?kerên amerîkî jî ji bo teqînên terorîstane keran bi kar tînin.

Tabloya jêrîn behsa jineke Kurd dike.

Gundekî li Germiyan. Navê wî Muhabara ye. Pi?tî Enfalê kes li gundan nema. Vî gundî jî jinan ava kir li sala 92an. Yekem jin bi ker û seyê xwe ve çû vî gundî. Çi kesî wê tune bû.

Huner li ser keran

Helbestvanê Kurd Nalî, di helbesta xwe de behsa kera xwe dike. „Çavê Hebîbe ciwan e, wek çavê keran.”

?êx Riza Talabanî, di berhema xwe de, ji qaziyekî Silêymanî re dibêje: „Ez kerê xwe bi te naguherînim“ û ciwaniya kera xwe dike.

?aîrekî din jî heye bi navê Mahmud Zendar. Pirtûkeke wî heye bi navê „Kername“

Herwiha ker remzekî seksî ye li layê min. Ne tenê li Kurdistanê, li Misrê jî têkiliya zayendî ya mirov û keran hene.

Bi gelemperî ker komedî ye, heman kat jî trajedî ye.

Li sala 1939an de Mahmudî Alim Newerî li Kurdistanê partiyek ava kiriye bi navê „Partiya keran“.

Li ser keran fîlmeke belgeyî jî heye. Lê hê belav nebûye.

Zirîna ker nî?ana awadanî ye. Gava tu li çolê bî û gava dengê zirîna kerê bibihîsî ew nî?ana awadanî ye; mirov hene, gund hene, av û xwarin hene.

Quran dibêje, ku xirabtirîn deng dengê keran e.

Ji bo min dengê keran xwe? e. Dubare nabe.

About The Author