FISTEQÊN AXÊ

  ARACHÎS  HYPAGAEA

Fisteqên axê hê?înhatek ji malbata baqilan tê hesibandin. Bejna wê 20- 70 cm bilind dibe. Belgên wê kesk in, du lib li hember hev in û wek dilan in. Kulîlkên wê zer in. Di nava wê kulîlkê de bizrek heye, di dema doldanê  (bizir) de, xwe ditewîne û bizirê xwe berdide axê. Fêqîya wê wek qapsûlan di axê de ne. Di nava wê qapsûlê de carnan hebek carnan jî du lib kakil hene. Ji wê qabsûl û kakilê re “Fisteqa axê “ tê gotin. Ew kakil bi qa?ilek sor û zirav dorpêçkirî ye. Dera tê xwarin jî ew kakil e. Bi gelemperî li Kurdistanê û gelek wilatên din wek çerez tê xebitandin. Wekî din rûnek jê tê derxistin. Ew rûn ji bo kozmetîk, xwarin, masaj ; kakil jî ji bo navxwarin, çokolata, ?êranî û hwd tê bikaranîn. Qa?il û gîyayê wê jî wek alif jibo heywanan dibe êm.

Welat û dîrok: Welatê Fisteqa axê  ba?ûrê Amerîka ye. Dîroka wê li gor belgeyên destkeftî 7.600 sal berê li Perûyê hatiye dîtin. 2000 sal berê jî ji alîyê Perûyî yên xwecih ên çermsor û Brezilîyan ve çandinîya wê hatiye kirin û ji bo xwarin û ti?tên din rûn jê hatiye derxistin. Dema Emerîkî bi gemîyan ji bo koleyan ji Afrîqa bînin, bi xwe re birine Afrîka. Ji Afrîka jî belavî Hindistan, Misir, Kurdistan û Îranê bûye. Ji wan deveran jî belavî welatên din bûye. Niha welatê herî zêde lê tê çandin Amerîka, Çîn, Hindistan e.

Berhevkirin: Dema belgên wê zer bûn, qa?ilê qabsûla wê hi?k bû û tûvilê dindika wê peyazî bû, tê berhevkirin . Hinek diqewirînin, nava wê jê derdixin. Lê awayê herî bi kêrhatî û bi fayde, mayîna wê ya bi qa?ilê neqewirandî û bi wê tûvilê ser kakila wê ve xwarina wê ye. Ji ber ku piranîya fayda wê di wî qa?ilê sor yê wek perdeke zirav de ye.

Têdahî: Proteîn, karbonhîdrat, kolestrol, rûnên gîyayî, lîf, fosfor, kalsîyûm, sodyûm, potasyûm, magnezyûm, vîtamîn B1,B2, B3, E.

Kêrhatî: 1- Ji bo zeximbûna zarowan û hestîyên wan bandorek bi kêrhatî heye. 2- ?êlavên (girêz-belxem) di bedenê de sererast dike. 3- Zixt û ?ekirê xwînê sîqal ( eyar- wekhev ) dike. 4- ?ehwetê zêde dike û hêza zayendî (cinsî-seksî ) xurt dike. 5- Hestîyan û jiyan bê qisûr bi hêz dike. 6- Ji arê?eyên, a?ikê (mexde) yên bersojî (?ewat) û tir?bûn û gastrîtê re dibe alîkar. 7- Ji bo tenduristîya dil û damaran zêde bi fayde ye. 8- Kolestrolê dadixe. 9- Hafizê zêde dike, fêrbûnê hêsan dike. 10- Ji bo tedawîyên hêrsbûnê tê xebitandin. 11- Enerjîyê dide bedenê, qebizbûnê hiltîne.

Di derbarê fisteqên axê de gotinên pisporan.

 Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: ” Taybetîya fisteqa axê ya herî mezin kolestrola bilind dadixe. Bandora wê ya rêlibergirtina pence?êhrê a?kera bûye. Qa?ilê sor yê li ser kakila wê kanîya dewlemendtirîn a olîgomerîk, prosîyodînan e. Ew made pênce?êhrên ku ji hormonan pê?de diçin digire bin kontirolê. Pê?îyê lê digire û nahêle mezin û belav bibe.”

Prof: Dr. Halîs Arîoxlu yê Unîversîta Çûkûrova ya Fakûlta Zireetê  dibêje: “ Fisteqa axê bi hewandeyên (madeyên hindir) hindirê xwe yên wek rûn ,proteîn, karbonhîdrat û vitamînan

xursendek (qût- xurek) nirxbilind e. Kolestrolê dadixe, ?ekirê xwînê sererast dike. Rûnê wê ji bo xwarinan, pastan, çokolat, piskîvît, ?êranî, melhem û rûnên kosmetîk û hwd tê xebitandin.

About The Author