Ev „Balikçî“ kî ye hayhooooo!

Kurdê sererd û binerd, ango kesê bi navê „Balikçî“ hevpeyvînek qerase da rojnamevana „Taraf“ê Ne?e Duzel û qiyamet rakir. Balikçî yê ku xwe wek rew?enmbîrekî Kurd bi nav dike û di xortanîya xwe de di nav partîya kominîst TKP û herweha vê dawîyê jî di nav partîya HEP ê de jî cîh girtiye, bûye qasidê navbera dewletê û serokê PKK A. Ocalan. Balikçî ne tenê wek qasid, lê herweha wek aqilmend û ?êwirmendê herdu alîyan jî dixebite û haya wî ji her bûyer û pê?ketinan heye. Balkê? e, Nalikçî yê ku navê wî tê ve?artin, ji sala 1996an û heta niha di navbera dewletê û A. Ocalan de qasidîyê dike û bi xwe jî ne PKK î ye.

Balikçî, di pa?eroja xwe de du carî ji alî PKKî yan ve hatiye brîndarkirin. Cara pê?în ji alî Mahsûn Korkmaz (Egît( ve hatiye brîndarkirin. Lê bi ser vê de jî Ocalan bawerîya xwe pê tîne ji ber ku Balikçî dibêje: „Min Ocalan qet xeyal?ikestî nekiriye“.

Werhasilî kelam, hevpeyvîna Balikçî efendî dûdirêj e û ezê serê we neê?înim.

Min bi xwe meraq kir, gelo ev Balikçî yê ku sererd û binerd kar dike û qasidê navbera dewletê û Ocalan e kî ye?

Ma hûn meraq nakin babam?

Axir…

Sîxurên Lotikxanê niha dane dû Balikçî efendî, bi ?ewk û torên masîyan dixwazin wî bigrin û wî derxin pê?berî xwendevanên Lotikxanê.

Li benda sîxurên me bin cîgerlerim.

Yan wê sîxurên me têkevin tora wî û yan jî ewê têkeve tora Lotikxanê.

Stenbol

About The Author