Ba?qan got „jêkin“ meqes danê

Serokê Kurdên sererd û binerd ba?qan Ocalan, di 1999an de bi komployek sererd û binerd ji Kenyayê anîn Tirkiyê. Ji wê rojê de Gurbet Tekîn û Fetttah Tekîn navê kurê xwe kirin „Zindan“ û porê wî nequsandin. Sûnd xwaribûn ku heta Ocalan azad nebe, porê kurê xwe Zindan nequsînin.

Porê Zindan 1.5 metro dirêj bû. Lê midurê dibistanê got „Êdî bes e lan“ û xwest ku porê Zindan bê qusandin. Ma dê û bav karin biryarek serbixwe bidin? Na.

Werhasil, dê û bav radibin xwe davêjin tor û bextê parêzerên ba?qan Ocalan û jê re mesela Zindan û porê wî dibêjin. Ba?qan Ocalan jî dibêje „Êdî bes e cîgerim, bela porê wî bidin ber meqesan“ û fermanê dide.

Pi?tî razîbûna Ocalan, Gurbet Tekîn û Fettah Tekîn kurê xwe dibin ser berber û porê wî didin qusandin, Zindanê xwe ji ê?kenca por xelas dikin.

Gurbet Tekîn ji malpera T24 re dibêje ku wan bi vê helwesta xwe girtina Ocalan protesto kiriye.

Halla hallaaaaaa û ya siphan alla!

Yaw ev ba?qanê me çi xwedî erk û keramet e babam! Heta bi qusandina porê zarokên me jî di destê wî de ye. Bi dîn û îman aferîn ji te re cîgerim!

Ma go malbatên me destûra qusandina porên zarokên xwe ji te bixwazin, wê ew rebenên li Çiyayê Qendîlê çawa bi serê xwe biryaran bidin kaka, wî!

Na na, ba?qanê me qenc û xwe? dike ellawekîl. Ma go Kurdên me heta bi îrada qusandina porên zarokên xwe jî têxin destê ba?qan Ocalan, çima wê ba?qanê me ya dilê xwe neke. Bi namûsa mêrê çê, ba?qanê me qenc û xwe? dike. Kurd misteheq in û hew….

Stenbol

Binerin

http://www.t24.com.tr/haberdetay/102687.aspx

About The Author