Di nava rêzefîlmên Tirkî de bimîzin

Rêzefîlmên Tirkî qû? li Kurdan qetandiye. Di piranîya wan rêzefîlman de propaganda Tirkayetîyê tê kirin û Kurd wek hirç û hov tên nî?andan. Bi saya van rêzefîlman Kurd tên asîmîlekirin, keç û xortên Kurd ji rê derdikevin, dilê xwe dibijînin jiyan û dewlemendîya di wan rêzefîlman de, terka malên xwe dikin û di encamê de jî dikevin rêyên xerab.

Ev rêzefîlm ji dezgehekê zêdetir xizmeta dewleta Tirk û asîmîlasyona Kurdan dikin. Ev rastîyek e. Lê mixabin Kurdên me ji sibê heta êvarî (bi taybet jî keç û jinên me) li ber van rêzefîlmên dewleta Tirk dendik, nok û qidaman dixwin û mejîyên xwe pê di?on. Hew we dîtiye rojek hatiye ku gotinên Tirkî ketiye nav zimanê wan ê Kurdî û asîmîlasyonê dest pê kiriye bêyî ku pê bihisin jî.  Bi kurt û Kurmancî, dewleta Tirk û dezgehên wê yên çapemenîyê kar û xizmeta xwe ba? dikin. Bi xêra van rêzefîlmên xwe, ji Stenbolê heta bi Hewlêr û Silêmanîyê li Kurdan siwar tên.

Werhasil, dibêjin xebatkarên kovara Hewdem ji van rêzefîlman re gotine „êdî bes e“ û bi civînek çepemenîyê bala hikûmeta herêma Kurdistanê ki?andine ser bêbavîya van rêzefîlmên Tirkî. Xebatkarên kovara Hewdem ji hikûmeta Kurdekan xwestiye van rêzefîlmên ku heqaretê li Kurdan dikin qedexe bikin û rê nedin rêzefîlmên Tirkekan.

Aha ev lotikek pîroz e kaka.

Em jî wek sîxurên Lotikxanê yên li Zaxo, Duhok, Hewlêr û Silêmanî pi?tgirîyê didin vê lotika kovara Hewdem û tiliya xwe dixin çavê rayedarên hikûmeta Kurdekan. Em dibêjin; li ?ûna rêzefîlmên Tirkî, di televizyonên xwe de ders û qursên zimanê Kurmancî bidin kaka. Rêzefîlmên Tirkî asîmîlasyonê, ders û qursên Kurmancî jî yekîtî û bratîya Kurdan bi xwe re tîne canekem.  Dev ji wan fîlmên dolheraman berdin kaka. Yan na, bi ellawekîl roja qiyametê wê destê me di qirika we de be û xelas…

Duhok

About The Author