BROKOLÎ

 GULKELEMA  KESK

  BRASSÎKA OLERACE

Brokolî hê?înhatek dikakî ye û ji malbata keleman e. Belgên wê wek yên kelemê mezin in û rengê wan wek xwelîyê ne. Kulîlkên wê spî û çarpel in. Di nava wê çarpelê de kulîlkek din ?e?pel heye. Di nava wê ?e?pelê de jî navikek kesk heye. Di nava wan belgên mezin de, wek yên kelemê qurmek derdikeve. Di serîyê qurm ( navteng) de pir çiq jê derdikevin. Her çiqek jî di?ibin kulîlkekê. Ew çiqên wek kulîlkan digehin hev û qubeyek kesk pêk tînin. Ji wê dikaka wek qubên kesk re “brokolî “ tê gotin. Brokolî  dikakek ji bo tenduristîya mirovan gellek bikêrhatî ye.

Tevahîya dinyayê ji brokolî re dibên “ brokolî “. Kurdan ew ?ibandîne gulkelemê (kelema wek gulan).  Ji ber ku rengê wê kesk e, me jî keskatî lê zêde kir û bû gulkelema kesk. Lê ez di wê bawerîyê de me ku  em jî wek tevahîya dinyayê bibêjîn brokolî wê çetirbe.

Welat û Dîrok:  Welatê brokolî Îtalya ye. Di dema Împaratorîya Romayê de çandinîya wê li Îtalya dihat kirin. Nivîskarê dîmenên dîroka Roma yê navdar Plînîûs ê mezin û Apîkûs, di meqaleyên xwe yên  dîrokî û xwarinan de qala wê dikin. Brokolî heta dawîya sedsala 19 an jî wek dikakek berketî nedihat hesibandin. Lewre ji alîyê welatên din yên Ewropayî ve nedihate çandin. Di destpêka sedsalên 20 an de penaberên (mi?extî- mihacir) Sîcîlyanîyan bi xwe re birin Amerîka û li wir çandinîya wê kirin. Li Amerîka nirx û qîmetê wê hat tesbîtkirin û li her derê belav bû. Niha welatên Amerîka, Holanda, Spanya, Firansa, Belçîka, Almanya û hwd dikaka ku herî zêde tê xwarin û ji bo ticaretê çandinîya wê tê kirin brokolî ye. Di van deh salên dawîyê de  li Tirkîyê û Kurdistana bakur jî hinek çandinîya wê tê kirin û qedrê wê tê zanîn.  

Berhevkirin: Brokolî dema digihê tê jêkirin. Ew wek dikakên din bi awayê konserve, cemidandin, an jî tir?o tê paraztin. Lê awayê herî ba? û bi fayde xwarina yên taze ye (nû jêkirî ). Divê brokolî ji deh deqîkan zêdetir neyê kelandin û ava wê neyê rêtin. Ava wê ji bo birû?an ( ?orban) jî tê xebitandin.

Têdahî: Kalsîyûm, kone, flavonoid, antîbîyotîk, selûlozîk, lîf,  karoten, selen, sifir (paxir), potasyûm, hesin, myrosînaz, îndol, vîtamîn A, E, C. Û hwd.

Kêrhatî: 1- Bedenê li hember pence?êhran diparêze. 2- Pê?îya helandin û mehîyana hestîyan digire. 3- Li hember arê?eyên xwînê  bandorek erênî û zêde bikêrhatî heye. 4- Bedenê li hember pence?êhra pi?ik ( mêlaka spî- cergê spî), pistan (memik)  û rûvikan diparêze. 5- Xerabûnên ostrojen ji holê radike. 6- Li hember pence?êhra prostatê bandorek zêde ba? heye. 7- Pê?îya qebizbûnê digire û qebizê hiltîne. 8- Edavên pivdank û kîskê mîzê paqij dike. 9- Sistema xweragirîyê bi hêz dike.

 Di derbarê brokolî de Gotinên pisporan:

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “ Brokolî dikakek muthî? e, ew me ji pence?êhrê diparêze û temenê mirov dirêj dike. Ji ber ku zehf  kalsîyûmê dihewîne, ji bo saxlemîya hestîyan yek û yek e”.

Brokolî  kêmasîya mîneralan û hesin ji holê radike. Lewre depoya vîtamînan e. Li ba kesên ku brakolî pir dixwin, pence?êhra rûvik û pi?ikê hema- hema nayê dîtin. Herweha  zû bi zû bi nexwe?îyên tevgera xwînê û dil jî nakevin. Li cem jinan li hember pence?êhra pistan, qefesa sing û sptabifîd bandorek  zêde ba? heye. Brokolî madeya îdolê dihewîne. Ew jî pê?îya xerabûnên ostrojenên ku dibe sedemê pence?êhra qefesa sîngê digire. Taybetîyek wê jî pê?îya nexw?îya spînabîfîda digire (di dema çêbûnê de ne rûni?tina movîka dawî ya pi?tê – kelêj )

Prof. Dr. Îbrahîm Adnan Saracoxlu dibêje: “ Brokolî ji ber madeyên ku di hundirê xwe de dihewîne, ji bo tenduristîya mirovan zêde bi fayde ye. Brokolî vîtamîn A, E, C dihewîne. Ji ber hewandina flavonoîtan,  sîstema xweragirîyê bi hêz dike. Ji ber taybetîya xwe ya antîbîyotîk li hember enfksîyonên prostatê  zêde bi bandor e. Çi antîbîyotîk nînin ku sîstema xweragirîyê lawaz nekin. “Aha giringîya brokolî li vir derdikeve holê. Brokolî di heman demê de hem sîstema xweragirînê bi hêz dike, hem jî vatinîya (wezîfa) antîbîyotîkê dibîne”.

 Brokolî li hember pence?êhra pistan, rûvik, prostat û rêkên avrêjê parêzvanek herî mezin e. Dewleta Amerîka birakolî bi madeyên sulforafan û yên din bi hêz dike û li hember pence?êhrê bi awayek serketî bi kar tîne. Brokolî bi madeyên hundirê xwe yên cûreyên îndol (hormonên gîyayî ) hormonên bedenê sîqal ( eyar –rêkûpêk) dike. Brokolî ji ber hewandina madeya selûlozîk, toksînên ku di rûvikan de berhev bûye tavêje der.  

Bikaranîn: 1- Kûr a brokolî 2- Xwarinên brokolî

1- Kûr a brokolî: Ji bo edavên rêyên avrêjê, kîskê mîzê û prostata xûy xwe?, bi kêmanî 250 gr brokolîya taze bikin bero?ekê û bila 10 deqîqan bikele. Pa?ê nîvê wê avê spêdê, nîvên din jî berî ?îvê bi 20 deqîqan vexwin. Lê hewceye pi?tî vexwarinê bi 20 deqîqan ti?tek neyê xwarin û vexwarin. Brokolîya mayî jî hûn dikarin wek selete yan jî pêxwarin deynin cem xwarinan û bixwin. Ev kûr hewceye 21 rojan li pey hev pêk bêt.

2- Xwarin: Ji brokolî birû? (?orbe), meqerne,  xwarinên kelandî û qelandî û selete  tên çêkirin

Lê ji bîr nekin, ji bo hûn faydeyek ba? jê bibînin, divê brokolî ji 10 deqîqan zêdetir neyê kelandin.

About The Author