Pelûla germ bi serî de rijiya

Xwedê neyne serê kesî. Pelûla ku bi serê Hebîbo de rijiyaye, bi serê kesî de ne rijiyaye. Ya rebbî star!

Li bajarê Ixdir ê, Hebîb Allûn ê 26 salî dil dikeve Makbûle xanim a 28 salî. Ne bi dilekî, lê bi heft dilan dil dikevê. Rhebîbê me radibe Makbûle ji malbata wê dixwaze. Malbat jî 75 mîhan wek qelen ji rebenê Hebîbo dixwaze. 75 mîh! Hebîbê me 35 mîhan dide û 40 mîh deyndar dimîne. Heta wan mîhan jî nede nikare bi Makbûle re bizewice.

Axir, rebenê Hebîbo radibe berê xwe dide bajarê Stenbolê û du salan di her karê zehmet de kar dike, perê 45 mîhan dide ser hev, bi dilekî ge? vedigere Ixdirê, 45 mîhên din dide malbata Makbûle. Lê dêya keçikê dibê “naaaaaaaa, heta du eskerîya xwe neki em keça xwe nadin te tirro” û berê Hebîbo didin eskerîyê.

Pi?tî eskerîyê, Hebîbê me bi mirazê xwe ?a dibe, dizewice û dikeve paxila Makbûle xanima germik û nermik. Lê mala feqîrîyê bi?ewite, feqîrî Hebîbê me mecbûr dike ku dîsa berê xwe bide Stenbolê û derbeder bibe. Ji alîyekî xerîbî û ji alîyê din Makbûle ya ku ji canê xwe zêdetir jê hez dike.

Ez serê we neê?înim, pi?tî meh û nîvekê, bavê Hebîbo jê re dibê “jina te mal terikandiye û reviyaye mêro” û cêrek ava cemidî bi serê Hebîbo dadibe. Rebeno radibe terka Stenbolê dike û vedigere Ixdirê, ne jin heye û ne zêr û zîv. Jina wî ti?tên giranbuha jî birine û terk û dinya bûye. Jinik bi telefonek nenas lê geriyaye û doza berdanê lê kiriye, lê Hebîbo ji jina xwe hez dike, kolan bi kolan digere, wêneyê jina xwe pê? xelkê dike û dixwaze wê bibîne, wê vegerîne malê.

Hebîbê me xwe avêt tor û bextê Lotikxanê û xwest ku xwendevanên me li Makbûle xanima jina wî bigerin û kesên jina wî bibînin bela telefonî vê nimroyê bikin.

0534 728 92 64

Ê de ya allaaaa û ya xwedê!

Ji bo xwedê û pêxember, Makbûle xanimê bibînin û xêrekê bi dê û bavê xwe bikin. Rebenê Hebîbo nikare carek din 3-4 salên din li Stenbolan bixebite û qelenê 75 mîhan bide ser hev…..

Wan

About The Author