Ziyareta ku dost û dijminan ji hev nas neke

Wey komcivîna 13. ya PDK li gel û welat pîroz be û di serî de kek Mesûd û hemi kesên ku hatine hilbijartin jî pîroz dikim, di karê wan ê pêserojê de serkeftin hêvî dikim.


Herciqas di Lotikxanê û hin cihên din de hinek hevalan nivîsin bi gazin, rexne û di cîh de nivîsandinin jî, li gora me herçiqas hin kesan be?darî heq nekiribûn jî, dîsa jî komcivînek bi be?daran, axaftin û biryaran cihê pesinandinê ye.
Ez heyrana serê we xwe aciz mekin û bêhna xwe teng mekin. Hûn jî zanin, siyaset carna bê îman û bê wijdan e. Bext pêre tune û bawerî pê nayê.

Di nav me Kurdan de dibên: „Du cûrên dostanîyê hene“.
Dostên rojên tengayê
Dostên rojên firehîyê

Îcar hûn dostên rojên tengayê ne, ger Kurdistan bi vî awayî here, xêr û bereket be û menfaet hebe, hûn tu hêvîyan ji xwe re çêmekin. Rê zû bi zû nagihije we. Ger xwedê neke dor li wan teng bibe û wek berê demên re? bi ser wan de bên, wê çaxê hûnê bi bîr bên.
De ka ezê ji we re mesela Hemedê Hemo û melê me binivîsim da ku hinekî  bêhna we fireh bibe.
Li gundê me ziyaret di navbera  Stîlîlê û Kurkê de heye, jê re dibên Ziyareta Kurkê.
Wek hûn zanin, cihê ziyaret lê, dar û berên li der dora wê nayên birrin; him dibên guneh e û him jî dibên ger meriv darê ziyaretan bibirre, ziyaret bi meriv vedide û meriv kor dike.
Rojekê gundîyek me bi lez u bêhnçikandî dikeve mizgefta gund, bang li melê dike û dibê: „Seyda, seyda, xwedê teala te bisitirîne, ez niha di ber ziyaretê re derbas bûm. Hemedê Hemo darê ziyaretê dibirrîn û bang dikir digot „Biner ya ziyaretê, ez Mele ?êxmûs im û va ez darên te dibirrim“. Gidî zû xwe bigihîne zîyaretê berî ku belayek bi serê te de bê“.
Mele li yê gundî nerî û di ber xwe de kenîya.

Gundîyên di mizgeftê de li hev nerîn, hinekî man ?a?. Gundîyekî ji melê pirsî û got:

“ Seyda, ev ne ti?tê henekê ye,  xwedê te bisitirîne. Divê tu ti?tekî biki û em herin ceze jî bidin Hemedê Hemo“.
Mele got: „Na, ez bi serê we kim ti?tekî nakim û ji Hemedê Hemo re jî ti?tekî  nabêjim“.
Gundîyan got: „Çawa tu nabêji xwedê jê razî?“
Mele got: „Heyran,  ziyareta ku min û Hemedê Hemo ji hev nasneke, balê ew ne tu zîyaret e, ez di nav wilo ziyaret de bimîzim“.


De heyran weke vê meselê, ez hêvîdarim ku Kurdên me ne yên berê bin û hin kesan ji hevdu nas bikin.

About The Author