Weyla min çiçikên te xwarê!

Van rojan tirsa zimanê Kurmancî tirr ji rayedarên Tirkiyê berdaye. Heçê radibe êrî?î zimanê Kurmancî û kesên ku dixwazin Kurmancî têxin rojeva Tirkiyê, dikin. Ji serekerkanê artê?ê bigrin heta bi serokwezîr û serokê meclîsê, tev bi hev re lotikên bergîlkî davêjin û ketine tirsa parçebûna dewletê. Serekerkanîya artê?ê di daxuyanîya xwe de pir vekirî dibêje ku “bikaranîna zimanekî din nî?ana parçebûna millet û dewleta me ye. Ti?tê ku yekîtîya me li ser lingan gihêle  zimanê me ye, zimanê Tirkî ye” û tirsa dilê xwe e?kere dikin.  Tew ji xwe serokê meclîsê M.Alî ?ahîn îxbarîya BDPî yan li dozgerên dewletê kir û ew dawetî girtina BDPî yan kir.

Hûn dibînin bê zimanê Kurdî çi tofanê tîne serê Tirkan û çi tilîyên qerase davêje bin dûvê wan ne? 

Yaaaaaaa Kurdino! Bi hêza zimanê xwe zanibin û di her qada jiyanê de bi Kurdî biaxivin, vê tirrê ji wan re nehêlin. Bi Kurdî biaxivin ku rayedarên dewletê hew wêribin herin ser do?ekên jinên xwe û ji mêranî bikevin kaka.

Werhasilî kelam, mesela me li ser xanima germik û nermik, seroka TUSÎAD ê Umît Boyner bû.

Xanima germik û nermik Umît Boyner, hat Amedê û silavek agirpêketî da Serok Osman Baydemîr. Umît Boyner, di axavtina konferansê de bi Kurdî lotikek avêt û got: “Ez ji bo a?tî, bratî û wekhevîyê we silav dikim, Diyarbekir mala me ye jî” û kêfa Amedîyan anî. Pi?tre jî xanimê bi çeplê Osmanê me girt û ket govenda Kurdî, toz û dûman bi ser serê salonê xist.

Hûn dibînin ne?

Rayedar û sermezinên dewletê wek Umît Boyner xanimê jî wêrek û bi cesaret nabin, wek vê ciwanikê jî nikarin rêzê ji Kurd û zimanê Kurdî re bigrin.

Weyla Umît Boyner xanimê di devê we de mîztino, ma hûn wek jinekê jî nayên oxlim?

Amed

About The Author