Wey ne li ser xêrê be rebbî!

De werin kirasê xwe neçirînin û xwelîya 7 gundan li serê Mêrdînîyan nekin.

Emîne Ayna ya ku ji bajarê Edenê bi para?ûtê daxistin nav Mêrdînîyan û ew kirin  xanima koçk û serayên bajarê Mêrdînê, lotikek wilo dûrî Kurdayetîyê avêt ku ne dikeve serê tu be?erê xwedê û ne jî dikeve serê hirç û hovên serê çiya.

Xaltîka me Emîne Ayna ya ku sala çûyî di Newrozê de soz dabû ku hînî Kurdî bibe, hem soza xwe neanî cîh û henekê xwe bi Kurdan kir, hem jî bi ser eyb û ?erma xwe de îro çi bêje ba? e?  

Emîne Ayna, li Mêrdînê bersiva pirsên “çima tu hînî Kurdî nabi” da û hem xwe û hem jî temamê Kurdan rezîl û riswa kir.

Xaltîka me çi bersivê bide ba? e hûn zanin?

Eynen got:

“Kengî go tîraja Azadîya Welat li Mêrdînê bilind bû – kengî go Azadîya Welat li Mêrdînê zêde hat firotin- , ezê jî wî çaxî li Mêrdînê bi Kurdî biaxivim”.

Hem jî ziq li çavê Mêrdînîyan nerî û bê ?erm û fedî ev gotin gotin.

Naxwe heta Azadîya Welat zêde li Mêrdînê neyê firotin tu bi Kurdî naxivî ha?

Keçê hey te xwelîya 7 gundan li serê Mêrdînîyan kirê, hey te pelûla 7 gundan bi serê Mêrdînîyan de rijandê, tirr li kuuuuuuu û das li ku?

Ma hema Kurdî ketiye nav delinga  Azadîya Welat? Ma Kurdî bi Azadîya Welat heye? Îcar Azadîya Welat neyê firotin tu hînî Kurdî nabi?  Yan tu xwe di bin perda Azadîya Welat de vedi?êri?

Law Mêrdînîno, xwelîserno, ma hûn ji bavê xwe fedî nakin ku Emîne xanim henekê xwe bi we û zimanê we dike oxlim?

Werhasilî kelam, yekî Adanalî di daqa eskerî de gerîlla kirin Tirk, emîne xanima Adanalî jî wê di qada sivîl de Kurdan bike Tirk.

Kilîlîlîlîlîîîlî, bi xwedê me Kurdan mesele safî kir û kir tirrrrrrrrrrrrrrrrrrrr!

Mêrdîn

About The Author