Mihemedê me jî lotikek bêîman xwar

Ez bawer nakim dozger û dadwerên ku îro li ser kar in, li Afrîka birçî û pa?demayî de jî hebin.  Li tu deverek dinyayê nehatiye dîtin ku “kesên ?er jî bikin û kesên a?tîyê jî bixwazin” bên cezekirin.  Hûn ?er bikin hûn “terorîst in” û ceze dixwin, hûn a?tîyê bixwazin jî hûn “terorîst in” û dîsa ceze dixwin.  Ma ev di nav qebîle û e?îretên berî hezar salî de jî hebû gelo? Ez bi xwe bawer nakim. Lê îro li Tirkiyê ev lotik tên avêtin.

Rebenê Mihemedê me jî, yanî serokê  Odeya Sanayî û Bazirganîya Amedê Mehmet Galîp Ensarîoglû, ket ber xezeba lotikên dadwerên dewleta Tirko û lotikek bêîman xwar, bi 10 meh cezê hepsê hat cezekirin. 

Çima ku Mihemedê me û çend kesên mîna ?ahîsmaîl Bedirxanoglû di 1 ê Îlona 2009an de mitîngek bi navê “Ji a?tîyek bi xîret re erê” li dar xistibûn, di mitîngê de stranên Kurdî guhdarî kiribûn û peyama serokê Kurdên sererd û binerd A. Ocalan jî hatibû xwendin,  sawcîyê dadgeha Amedê got êdî bes e û biryara xwe da, 10 meh ceze li lotikvanên me birrî.

Ez serê we nekim def û dahol, bazirganîn me jî nesîbê xwe ji qûnektîya dadgehên Tirkiyê stendin.

Yaw çima hûn doza a?tîyê li dewleta Tirko dikin bavê min? Ma hûn nizanin ku Tirk ji a?tîyê ti?tekî fêhm nakin?  Ma çima dadgehên Tirko bela xwe li xaltîka me Emîne Ayna nadin? Nadin ji ber ku ew ?er dixwaze.

Birastî ez meraq dikim û ev pirs di serê min de dikele. Xaltîka me Emîne Ayna ewqasî mîlîtan e, ewqasî ?erxwaz e û ha ha qîre qîra wê ye, we dîtiye ku rojekê ceze lê hatiye birrîn? Lê xaltîka me Leyla Zana û Aysel Tûglûk, xalê me Ehmed Tirk û kesên ku wek wî behsa a?tîyê dikin, ceze li ser cezê dixwin. Ma ev jî ne bextre?î ye babam, wî!

Siphan ji hikmeta xwedê re, qey ev jî kerameta dewleta Tirko ye bavo…

Amed  

About The Author