Forma Adrîana Lîma û forma jina min

Law aqilekî bidin min gelî lotikvanino. Ez hew zanim bê ez û vê jinikê emê çi bikin ji hev. Malmîratê bûye 105 kîlo û ji dermaleyên gund xerabtir nepixî ye, qelew bûye.

Ev tam pênc sal in ez bi qurban û heyran li ber digerim û dibêjim “Biner keçko, kîloyên zêde ne ba? in, zêde nexwe û xwe bilivîne, xwe zeîf bike ji bo ez hewîyê neynim ser te xanim” û li ber dilê wê dirim û têm. Lê tu ji kê re dibêjî? Ha te ji wê re got, ha te ji dîwêr re got. Serê wê ji serê Zaza jî hi?ktir e ellawekîl. Deng pê de nare.

Her ?ev ?îva me yan kutilk in, yan lehmecûn in, yan savar û fasûlîyên hi?k in, yan nok in û yan jî ?orba nîskê ye. Yanî, çi xwarina ku meriv pê dinepixe û tirr û fisan pê dike, datîne ber me. Law zikê min jî nepixî ye, bêhna min jî diçike û hema hema ez jî kirime weke xwe. Lê tu ji kê re dibêjî canim, dibêje Nûh lê nabêje pêxember. Dixwe û ha dixwe.

Axir…

Pi?tî min di çapemenîyê de nûçeyên li ser forma modela germ û nerm Adrîana Lîma xwndin, dilê min bi halê min û jina min ?ewitî. Adrîana Lîma wek karxezalekê bejinzirav, bedew û spehî, yanî malxerabê pênc metro girêz ji devê min herikand ellawekîl. Kuro aha gerek jin wilo bin ha. Gerek jin av û girêzê ji devê meriv biherikînin xwedê jê razî. Ma wek a min!

Ez serê we neê?înim, pi?tî min bername û rêbaza forma Adrîana Lîma xwend, min go “Bi telaq ne ez vê jinikê zeîf bikim, ew nikare xwe zeîf bike lo” û min dest bi xebat û taktîkên Kurmanckî kirin.

Min çi kir hûn zanin?

1-      Min jinik hilki?and ser banê xênî û min dehfek dayê, ew ji xênî qulopazî hev kir û avêt xwarê. Qarînî bi jinikê ket, lê herama xwedê be, gramek jî jê neçû, zeîf nebû.

2-     Min ew bir ser serê sergo, pehînek lêxist û ew gindir mindirî xwarê kir. Bawer bikin  zêdeyî 200 metroyî wek gundor gindirî û li bin guhê darekê ket. Dîsa qarînî pê ket, lê gramek jî jê daneket, zeîf nebû.

3-     Ez bi dar û mîrkutan rabûmê, min ew kir nanik û 12 parsûyên wê ?ikenandin. Qarînî pê ket, lê herama xwedê be, gramek jî jê daneket, zeîf nebû.

4-     Min zarok bera ser zikê wê dan û zarokan xwe li ser zikê wê hilperandin jor û jêr. Herama xwedê be, negot amîn û gramek jî jê daneket.

5-     Min devê wê tije jehra mi?kan kir, bû belqe belqa wê û ver?îya. Lê na caniiiimmmmmm, tu li ku û zeîfbûn li ku.

6-     Min kûçikên ber devê derî bera wê dan. Kûçikan çek û cilên wê terî? terî?î kirin. Lê na babam, tu li ku û zeîfbûna jinikê li ku.

Ez serê we bê?înim, pi?tî ku min dît çare tune û jinik nabe wek Adrîana Lîma, min biryara xwe da. Min biryar da ku jinek wek Adrîana Lîma ji xwe re bînim û girêza devê xwe biherikînim.

Ma min ne ba? kir babam?

De ka li herdu xaniman binerin, heger we heq neda min ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim lo, wî!

Amerîka

 

About The Author