Li Stenbolê Pê?engeha Karîkaturên Mamoste

Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd-Kav), pê?engeha karîkaturên xêzkarê naskirî Mamoste Nûjen vekir. Di pê?engehê de bi qasî sed karîkaturên hunermend hatin pê?andan.

Ji bo vekirina pê?engeha karîkaturên Mamoste Nûjen li salona avahiya Kurd-Kavê kokteyl hat dayîn û di derbarê vê çalakiya hunerî de serokê weqfê Kas?m Ergun û hunermendê karîkaturan Mamoste Nûjen jî axaftin kirin.

Mamoste Nûjen kêfxwe?iya xwe ya ji bo vekirina pê?engehê anî ziman û li ser xebatên xwe yên xêzkariyê ku, ev zêdeyî 25 sal in berdewam dike çend agahî bi be?daran re parvekirin.

Serokê weqfê Kas?m Ergun jî bal ki?and ser çalakiyên çandî û hunerî û da zanîn ku, ew dixwazin di bin banê wefqfê de xebatên li ser çand û hunera kurdî xurtir bikin û xwest ji bo ge?kirina xebatên weqfê alikariya wan bê kirin.

Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî, ev demeke xebatên xwe yên li ser ziman, çand û hunera kurdî zêde kirine û niha jî ji bo kesên bixwazin hînî kurdî bibin qursên fêrkirina zimanê kurdî daye destpêkirin.

Mamoste Nûjen kî ye?

Mamoste ji bajarokê Diyarbekirê Bismilê ye û pi?tî derbeya 12ê Îlonê koçberî Ewropayê bûye. Berî ku here derveyî welat li hin herêmên Kurdistana Bakur mamostetî kiriye. Niha li Swêd dijî û bi xêzkarî û karên hunerê re mijûl dibe.

Berhemên Mamoste

Ji sala 1985an heta 1987an bi navê ÎSOT kovareke karîkaturan derxistiye. Pirtûkên wî yên karîkaturan ên bi navê Dengê Xêzikan (1984) û Mêr Mêra Nas Dike (1993) hene. Ew niha jî xebatên xwe yên li ser hunera xêzan didomîne û karîkaturên wî di hin malperên kurdî de tên we?andin.

Ji Pê?engeha Mamoste Nûjen çend dîmen


Lotikxane Stenbol

About The Author