Aferîn Mele Selîm!

Kurd bi sedê salan e bi misilmanên sextekar yên wek Tirk, Ereb û Faris tên xapandin. Bi navê bratîya îslamê nîrên koletîyê xistine stuyê me Kurdan û pêl serê me û nirxên me yên pîroz dikin. Gava cîh li wan teng dibe, xwe davêjin tor û bextê Kurdan û dibin bi qurban û heyran. Lê ku Kurd doza mafê xwe û zimanê xwe dikin, dest bi lotikên bergîlkî dikin û dîsa çîrok û çîvanokên bratîya îslamê di guhên me de dibêjin, guhên me kerr dikin. Lê di rastîyê de wek marên re? bi Kurdan vedidin û dixwazin koka me biqelînin.

Aha ji we re nimûneya herî piçûk.

Li navçeya Silopiyê Mele Selim Sadak ev 7 sal in  di mizgeftan de weazên bi Kurdî dide. Sadak, herî dawî ji karê xwe yê li Mizgefta El-Aksa ji alîyê miftîyê bajêr ve bi hinceta „Xudbeyan bi Kurdî dixwîne“ ji kar hat derxistin û lotikek  ji „bratîya îslamî“ xwar.

Hûn bratîya Tirkan a îslamî dibînin ne?

Çima ku meleyê me bi Kurdî xutbeyan dixwîne, wî ji kar davêjin, birçî û ?erpeze dikin.

Hey min kîrê Mele Selîm di gora 101 bavê we kirino, ka bratîya we, ka bratîya îslamê ha? Law di kîjan quran û ayetê de hatiye gotin ku „zimanê Kurdî heram e“ ewladim?

Van dolheraman vê roja xêrê dîsa ez kufir kirim yaw!

Lê Mele Selîmê me jî qeraseyekî zilaman e haaaaa, bi dîn û îman hesabê miftîyên dewletê bi xirrê xwe nake.

Çi dibêje Mele Selîmê gunikre??

Dibêje:

„Bi ?e? telaqên jinberdanê, ezê heta dawîya emrê xwe jî bi Kurdî xutbeyan bixwînim. Kuro ma serê bênamûs diçe gorê bavê min, wî“ û daye bin dûvê „brayên me yên sextekar “.

Ez serê we neê?înim, divê her meleyê Kurd, her meleyê bi namûs û xîret wek Mele Selîm bi Kurdî xutban bidin, bi Kurdî weazên xwe bikin û ji Kurdan re bibin rêber, Kurdên misilman di nav lepên gur û seg, çeqel û keftaran de nehêlin û hûn sax…

About The Author