De were û serê wî nexe ciyê ku jê derketiye

De werin li lîztikên dewleta Elî Osman binerin û kirasê xwe neçirînin. Tirkên ku qa?o dixwazin di sedsala 21ê de hinekî bibin insan û bêhna insanetîyê ji wan bê, dev ji dek û dolabên xwe bernadin û kerê Kurdan bera nizanim ser çiyî xwe didin.

Ê helbet belasebeb negotine “Kurmê ?îrî heta pîrî ye” canim, ma jina qereçî dibe xatûn? Na.

Werhasil…

Wezareta Çanda Tirkiyê pirtûka ?êx Ehmedê Xanê “Mem û Zîn” we?and û ji xwe re payebilindîyek jê derxist. Lê kesê ku Mem û Zîn amadeyî we?anê kiriye kî ye hûn zanin? Prof.Dr.Namik Açikgoz e.

Û gelo Namiko bi Kurdî zane? Na.

Kurdînezan û we?andina pirtûkên Kurdî!? Ma go ev lotik ne lotikên ker û bergîlkî bin, naxwe çi ne? Law ma Kurdîzan li Tirkiyê qeliyabûn go we Mem û Zîna pîroz di nav lepê Namiko de herimand oxlim?

Tew bi ser halan û vê rûre?îyêde,  Profesorê ne profesor Namiko çi bêje ba? e hûn zanin?

Kurdî dike zaraveyek Farisî û zimanê Kurdî înkar dike. Kerê min bera ser gora bavê xwe dide û dibêje:”Li gora lêkolînên min, Kurdî û Farisî di warê hevok û rêzimên de pir nêzîkî hev in. Ji ber vê, ez bawerim Kurdî zaraveyek Farisî ye, devokek wê ye” û  serê xwe dixe ciyê ku jê derketiye.

Olan ewladim, heger Kurdî zaraveyek Farisî be, gelo Tirkî jî ne zaraveyek çeqel û heftaran be? Ne zaraveyek seg û kûçikan be?

Hey xiyar oxlî xiyar, ma ne qa?o tu profesor î, ma tirr li kuuuuuuu û das li ku oxlim? Helbet Kurdî û Farisî pismamên hev in, meriv û xizmên hev in, ji kokekê ne. Lê kengî û çawa Kurdî bûye zaraveyek Farisî hi?

Ma te dîploma profesortîyê di axurê keran de stendiye cîgerim?

Mû?

About The Author