Dawet ferikî, berbûk hetikî

Me digot qey Kasimpa?alî Receb qeraseyekî zilaman e û wê sozên xwe bîne cîh. Lê xuyaye em bi qilafetê wî xapîyan. Qilafetê wî wek ê zilama ye, serê wî jî têra xwe mezin e, lê ji Cuneyt Arkin xerabtir flîman digerîne, dek û dolaban dizîvirîne.

Kasimpa?ali yê ku bi tirrek mezin dest avêt pirsa Kurd û çareserkirina wê, hefsarê xwe dîsa xist destê eskeran û tirra xwe kir fis, bêhnek gennî bi ser xwe xist.

Dezgeha Ewlekarîya Netewî (MGK) gotina xwe ya dawî got û xwelî li serê serokkomar û serokwezîr kir.

Abdullah Gul û Erdogan ên ku digotin „Wê li Tirkiyê ti?tên ba? çêbibin“ û hêvîyek dabûn Kurdan, di civîna MGK de serê xwe bera ber xwe dan û binê çîroka „Yek dewlet, yek welat, yek millet, yek ziman“ îmze û mohr kirin. Bi vî awayî e?kere bû ku herdu sermezin dek û dolabên Osmanî li serê Kurdan digerînin û çareserkirina pirsa Kurd tenê çîrok û çîvanok in.

Axir, dibêjin „Kulî carekê çeng dibe, du caran çeng dibe, cara sisêyan xwe dide dest“.

Abdullah Gul û Kasimpa?alî Receb jî di cara duyem de xwe dan dest.

Bela Kurd tucarî gotinên bav û kalên xwe ji bîr nekin û di guhên xwe de bikin guhar.

„Bextê Romê nîne“

„Nanê Tirkan li ser kaba wan e“

Enqere

About The Author