Bi xwe de dirî, hîna jî fedî nake

Serokê Partiya Saadetê Necmettin Erbakan, tirrek kir û bayek ji ber serê xwe berda. Ji ber ku sa go?tê sa naxwe, Erbakan ê ku bi navê misilmantîyê çewal û xurcikên xwe tije dolar kirin jî, xwedî li dewleta xwe derdikeve û “zimanê Kurdî” ji brayên xwe yên Kurdên misilman (!) heram dibîne.

Erbakan ê ku tirr tê de bûne fis, hew kare bime?e û nikare bi tena serê xwe biçe avdestxanê birî, rabûye dibêje “Ez bi serê Îsa û Mihemed kim wê duzimanî dewleta me parçe bike. Duzimanî dek û dolabên hêzên derve ne, hêzên derve dixwazin bi vê planê Tirkiyê parçe bikin” û Kurdan bera ser nizanim çiyî xwe dide.

Olan oxlim, belqitîyo, xwedê ruhê te stendo, lingekî te di gorê de ye, yek li avdestxanê ye, çima tu zimanê Kurdî li Kurdan diherimînî ewladim?  Ma di quranê de nayê gotin ku “Kesê eslê xwe înkar bike heramzade ye” hey zinêkar?

Konya

About The Author